Xebatên Mîsyona Aramiya Suriyê ya Netewên Yekbûyî (UNSMIS) bi hinceta ku li welat şîdet zêde dibin hatin rawestandin.
Serokê UNSMIS’ê Tumgeneral Robert Mood, ragihand xebatên NY’yê li Suriyeyê hatine rawestandin û got ku çavdêr heta birayreke din dê nekaribin karûbarê xwe bikin. Mood da zanîn ku çavdêr dê li Suriyeyê biminîn û xebatên ku hatine rawestandin jî ‘li gorî geşedanên rojane dê li ber çavan bên derbaskirin’.
Tumgenralê Norwecî Robert Mood roja înê daxuyaniyek da û wiha got: “Di navbera hîkûmet Suriyeyê û muxalefetê de ji bo aştiyê daxwaz tune. Di nava 10 rojên dawî de bûyerên şîdetê her diçe zêde dibin. Ji ber vê jî çavdêrên bê çek jî dikevin rîskek mezin.”
Li Suriyeyê ji bo ku agirbestê kontrol bikin di 29’ê nîsanê de heyeteke UNSMIS a ji 410 kesî sivîl ku ji vana 112 leşker û 298 kes jî sivîl in hene. UNSMIS di çarçoveya plana aştiyê ya Kofî Annan û 6 xalên Yekitiya Ereban ku ji aliyê Suriyeyê ve hate qebûlkirin, de hate avakaririn. Di nava 10 rojên dawî de herî kêm du caran rastî êrîşê hatin. Di êrîşan de mirî anjî birîndar tune ye.
Çavdêrxaneya Mafê Mirovana Suriyeyê ku navenda wê li Londonê de diyar kiribû di bûyerên Duma ya rojhilatê Şamê de 7 kes û di herêmên cuda jî 18 kes hatine kuştin.
Li gorî daneyê NY’ê ji adara 2011’an het aniha 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Hikûmeta Suriyeyê jî gotibû 6 hezar û 143 kes ji aliyê komên terorîst ve hatin kuştin. Lê rêxistinên mafê mirovan yên muxalîfên Suriyeyê jî diyar dikin ku li welat hejmara miriyan 14 hezar derbas kiriye.