Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî du hefte beriya civîna bilind a NY’yê ya ku dê li bajarê Rio de Janerio pêk bê, raporek weşand û bang li welatên ku dê beşdarî civîna bilind bibin kir ku ji bo parastina hawirdorê peymanek lezgîn bibestin.
Dîrektorê Bernameya Jîngehê (hawirdor) a NY’yê Achim Steiner der barê weşandina vê rapora bi navê “Dahatûya Jîngeha Cîhanê” de daxuyaniyek da û diyar kir ku çavkaniyên li cîhanê bi awayeke zêde ji aliyê şêniya cîhanê ya her diçe zêde dibe ve tê karanîn, hilberîna niha û çavkaniyên xwezayî bi berdewamî tên mexastin, divê hikûmet li hemberî vê xirabûna xwezayê bêdeng nemînin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 90 armancên NY’yê jib o parastina jîngehê dabû pêşiya xwe, tenê 4 armancan pêk aniye û bang li welatên endamên NY hat kirin ku peywira xwe bi cih bînin.
Di raporê de hat diyarkirin ku rêjeya ava deryayê ya dibe asît zêde dibe û rê li ber xirabûnê ve dike û hat destnîşankirin ku ji sala 1980’ê ve ji sedî 38’ê mercanan kêm bûye.
Di raporê de bal dikişînin ser germahiya gerdûnî jî û hat gotin ku ji ber 3 pileyên germahiyê di 50 salên dawiyê de zêde bûn û li gel vê jî bandora gaza serayê jî heye, ev yek dibe bibe du qat. Her wiha hat gotin ku zûhabûna li cîhanê jî zêde bûye.