NY ji bo Rojava dest bi alîkariya însanî kir
NY ji bo Rojava dest bi alîkariya însanî kir
NY ji bo Rojava dest bi alîkariya însanî kir
Bernama Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li hemberî tengaviya xwarinê ya ji ber zivistanê, bi rêya hewayî dest bi alîkariya însanî ji bo Rojava kir.
Alîkariya însanî ku diviyabû hefteya bihurî bihata kirin, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, bi rêya hewayî duh hat kirin. Alîkariya ku ji ser Hewlêrê ji Qamişlo re tê şandin, dê 12 rojan bi rêya hewayî dewam bike.
Neteweyên Yekbûyî alîkariya însanî bi giranî li ser Lubnan û Urdunê pêk dianî. Lê ji ber pevçûn û dûrbûna cografîk, bi tenê beşek ji vê alîkariyê gihişt Rojava. Piştî ku destûra hewayî ji hikûmetên Iraq û Sûriyeyê hat wergirtin, biryar hat dayîn alîkariya ji bo Rojava bi rêya hewayî bê şandin.
Alîkariya însanî ya NY ku ji bo Rojava bê şandin, bi giştî 400 ton xwarin û 196 kîlo pêwistiyên tibî ne.
Alîkarî, ji ber dijderketina rejîma Beşdar Esad di ser Tirkiyê re nehat şandin.
Nûnerên NY diyar dikin ku li bendê alîkariyê bi 60 hezar mirovan re bikin.