NY ji înfazên Iraqê bi fikar e

NY ji înfazên Iraqê bi fikar e

Neteweyên Yekbûyî aşkera kir ku, ew di derbarê cezayên mirinê yên demên dawîyê de li Iraqê zêde bûn de bi fikar in.

Di daxuyaniya ji aliyê venêrê di mijarên înfazên bêdaraz yê NY’yî Chrîstof Heyns de hat diyarkirin ku, di van demên dawî de li Iraqê cezayê dardekirinê dane gelek kesan û çav li rê ye tenê li herêma Anbarê 196 mehkûm bêne dardekirin.

Heynsê ku daxuyaniyekî nivîskî da û xwest înfazên cezayê darvekirinê bêne rawestandin, ragihand ku înfazkirina ew qas girtiyan dê di hiqûqa navneteweyî de diltengiyê çêbike.

Heyns destnîşan kir ku, cezayên darvekirinê di rewşên îstisnayî û di şertên gelek diyar de tê pêkanîn, di mijara pêkanîna cezayê dardekirinê yên li Iraqê de nezalelbûnek heye.

Iraq di mijara dardekirinê de cihê xwe di nava welatên herî zêde dardekirinê pêk tînin de digire. Li gorî daneyên Rêxistina Efû ya Navneteweyî di sala 2011’an de 68 mehkûm bi cezayê dardekirinê hatine înfazkirin.