Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama operasyona artêşa Sûriye roja înê, li bajarê Houlayê li dar xist de herî kêm 92 kes mirin.
Serokê Şandeya Çavdêrên NY’yê yên ji bo pêkanînên aşitiya li Sûriyeyê hewl didin General Robert Mood di daxuyaniya da de, ragihand k udi 26’ê gulanê de 32 zarok û 60 mirovên gihiştî li Houlayê jiyana xwe ji dest dane.
Mood da zanîn ku wana der barê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye û xwest ku berpirsên vê komkujiyê bên dîtin.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî-Mûn jî daxuyaniyek da û ji artêşa Sûriyeyê xwest ku di pevçûnên li bajaran de çekên giran bi kar neyne.