Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos diyar kir ku ji bo alîkariya zad û xurekan bigihe Sûriyeyê divê ji bo sotemeniyê destûr bê dayin. Amos bang kir ku ji bo 10 saziyên din ên alîkariyê destûr bê dayin.
Koordinatora Alikariya Mirovahî ya NY’yê Valerie Amos roja şemiyê li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriye Walid Muallem û rayedarên din re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku tengasiya sotemeniyê ya li Sûriyeyê li pêşiya alîkariya mirovî dibe asteng.
Amos piştî derbarê hevdîtinên xwe yên li Şamê de agahî da Konseya Ewlekariyê ya NY’yê, civînek çapemeniyê li dar xist û got: “Her wiha min ji hukûmeta Sûriyeyê ragihand ku ew ê têkiliyên xwe yên bi muxalîfan re jî zêdetir bikin.”
Ji ber şer û pevçûnên ku 21 meh in li Sûriyeyê berdewam dikin herî kêm 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.