NY: Piraniya kesên li Hewlê hatin kuştin hatin înfazkirin

NY: Piraniya kesên li Hewlê hatin kuştin hatin înfazkirin

Cenevre- Netewên Yekbûyî (NY), diyar kir ku 108 kesên li Hewlê hatin kuştin piraniya wan bi komî hatine înfazkirin.

Berdevê Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê ku navena wê li bajarê Cenevre ya Swêdê ye Rupert Colvîlle, da zanîn ku li gorî gotinên şahidan gelek kes ji aliyê mîlîsên Şebbîha ya alîgirê rejîma Şamê ve hatine înfazkirin.

Li gorî encamên lêkolîna me ya destpêkê ji 20’î zêdetir kes li gundê Taldu ya Hewlê di encama êrîşa topebaranê de hatine kuştin û gelekên din jî bi du caran bi komî hatine înfazkirin.

Roja înê li herêma Hewlê nêzî 108 kes di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû. 300 kes jî birîndar bibû. Konseya Ewlehiya NY rêveberiya Suriyeyê ji bûyerê berpirsyar dîtibû. Rayedarên Suriyeyê jî ev komkujî xistibû ser muhalîfan û lêpirsîn dabû dest pêkirin.

Nûnerên taybet yê NY yê Suriyê û Yekitiya Ereban Kofî Annan ku li Şamiyê ye û dê îro bi Beşar Esad re hevdîtinê pêk bîne, çav lir ê ye ku dê daxwazên Konseya Ewlehiya NY’ê ragihîne. NY dixwaze ku rêveberiya Şamê çekên giran û leşkeran ji qadên sivîl rake. Rêveriya Şamê jî ew baweriya ku muhalîfên çekdar êrîşên xwe ranawstine, nade wan û got dê leşkeran şûnde nekişinin.