Di rapora ji aliyê lêpirskerên mafê mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate amadekirin, hêzên hukûmeta Sûriye û milîsên Şabîha bi pêkanîna sucê şer hatin tawanbarkirin û muxalîfên çekdar jî bi “kêmtir sucê şer dikin” hate tawanbarkirin. Her wiha, di dîmenek ku di çapemeniyê de cih girt de kesek tê înfazkirin û di wê demê de kesek bi Tirkî diaxive.
Di rapora ji 102 rûpelan pêk tê de, hêzên rejîma Esad û milîsên Şabîha yên girêdayî rejîmê ji ber kuştin û îşkenceyan bi sucê şer hatin tawanbarkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek binpêkirinên mafan ên weke înfazên bi komî, girtinên keyfî û talan hatine kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku di pevçûnên 17 meh in berdewam dikin de her du alî jî mafê zarokan bin pê kirine. Pispora DYA’yî Karen Abu-Zad jî beşdarî lêpirsîna ji aliyê Paulo Pinheiro ve hat birêvebirin bû û got; “Em gihiştin encamê ku her du aliyan jî sucên şer kirine.”
Lê di raporê de hat diyarkirin ku tiştên ji aliyê hukûmetê ve tên kirin weke “polîtîkayên dewletekê” hatin binçavkirin û hate destnîşankirin ku sucê şer ên muxalîfên çekdar li gorî yên hukûmetê di aliyê “giranî”, “zêdeyî” û “piranî” de kêmtir in.
Di raporê de ji komkujiya di dawiya meha gulanê de li gundê Hula yê Humsê pêk hat û di encamê de zêdetirê 100 kes hatin kuştin, hukûmet û milîsên Şabîha weke berpirs hatin destnîşankirin.
Lêpirskeran dan diyarkirin ku ew ê lîsteya yekîneyên berpirs û gumanbarên nepen de nû bikin û dê meha îlonê de vê lîsteyê pêşkêşê Komîsera Mafê Mirovan a NY’yê Navy Pillay bikin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN ZÊDE BÛN
Ji aliyeke din ve, di çapemeniyê de gelek dîmenên ku muxalîf alîgirên Esad ên dîl digirin, înfaz dikin. Her wiha êrîşên li ser rojnamevanan jî zêde bûn. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) a ku navenda wê li Parîsê ye, nameyeke aşkere ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ya ji aliyê welatên Rojava, Tirkiye, Siûdî Erebîstan û Qetarê ve li Stenbolê hat avakirin re nivîsand û bal kişand ser êrîşên li ser rojnamevanan. Di nameya ji serokê Konseyê Ebdulbasid Seyda re hat nivîsandin de wiha hat gotin; “Ev çend hefte ne, mixabin rêxistina me piştrast kir ku azadiya çapemeniyê li rastî binpêkirinên hêzên muxalîf ên li hemberî rejîmê têdikoşin jî tên.”
Di nameyê de tê gotin ku, pêşkêşvan Muhammed El Seîd ku di nîva meha Tîrmehê de ji malê hatibû revandin û di 3’ê Tebaxê de hatibû înfazkirin koma Îslamî El Nûsra girtiye ser xwe. Hate diyarkirin ku, di 5’ê Tebaxê de kamerevanê televîzyona fermî ya Sûriyeyê Talal Canbakelî li Şamê ji aliyê yeketiya Harûn El Reşîd ya girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad ve hatiye revandin, her wiha di 10’ê Tebaxê de jî li Şamê ekîba televîzyona taybet a El Îhbariye ya alîgirê hikumetê ji aliyê yekîneyekî girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad ve hatiye revandin. Li gorî agahiyên dawî, yek ji endamên vê ekîbê hatiye kuştin û balkêşe ku endamên din jî li ber kamerayê bi darê zorê, zorî lêkirine ku îtîraf bikin.
GELO KÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE KESÊN SÛCÊ ŞER DIKIN?
NY di rapora xwe de derbarê sûcdar kirina komên çekdar yên “sûcê şer” dikin, cih ne daye rolê hêza Rojava yên piştgiriya wan koman dikin. Êdî ne sireke ku, Tirkiye-Erebîstana Suidî –Qetar û welatên Rojava hem di aliyê siyasî, aborî û leşkerî de piştgiriyê didin van koman.
Sûcên mirovahiyê yên dibin navê îdîaya ku dê azadî û demokrasiyê bînin tên kirin, di serî de li hember rejima AKP’ê û piştgirên wan her kes bê denge. Di derbarê ka çi qas berpirsyariya wan heye bêdengin.
Formulasyona “rêjeyek kêm” ku NY ji bo sûcên Artêşa Sûriyeya Azad bikaranî, weke sûc biçûk kirina hatin nirxandin û rexne kirin.
DI DEMA ÎNFAZÊ TIRKÎ AXIVÎN
Di vê navberê de di dîmena ku derketî holê balkêşe ku di dema înfaza kesekî ya li Sûriyeyê bi tirkî di axivin. Kesekî binavê Fadil Ehmed yê temen mezin, dema ku li ber kamerayê înfaz dikin di 47’mîn çirkeya dîmenê de dengek “Ma tu yê yekê duyan lê bidî”, di çirkeya dawî de kesek jî dibêje “Berde berde”. Dîmena ku di 16’ê Tebaxê de hatiye weşandin, nayê zanîn kengê û li kuderê hatiye kêşan. (http://www.dailymotion.com/video/xsuuku_suriye-de-turkce-konuyan-teroristlerden-infaz-medyanyn-gunluyu_news?start=0)