‘NY Rojava bibîne!’
‘NY Rojava bibîne!’
‘NY Rojava bibîne!’
Kurdistaniyan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, li ber avahiya Netewên Yekbûyî çalakiyek lidarxistin û bal kişandin ser komkujî û ambargoya li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin.
Tevgera Jinan ya Kurd li pêş avahiya Netewên Yêkbûyî (NY) ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê, ji bo piştgiriya bide gelê Rojavayê Kurdistanê û balê bikşîne ser komkujî û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê, çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de Seroka FEDA'yê Muzeyyen Orhan axivî û bal kişand ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê rû didin. Orhan da xuyakirin ku çeteyên komkujiyan pêk tînin, ji Tirkiyê piştgiriyê werdigirin û hêzên navneteweyî jî li pêşberî vê bêdeng in. Orhan nerazîbûn nîşanî amadekariyên mudaxalekirina li Sûriyê da û got, "Ev mudaxale ne tenê li dijî Sûriyê ye, li dijî tevahiya Rojhilata Navîn û gelê herêmê ye."
Orhan diyar kir, ku tevî komkujiyan li Rojavayê Kurdistanê ambargo jî tê meşandin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku xwedî li erk û wezîfeya xwe derkeve. Orhan got, "Fatûreya komkujiyê li jin û zarokan tê birrîn. Li Sûriyeyê şerekî ji hovîtiyê wêdetir tê meşandin. Di bin navê Îslamiyetê de dest diavêjin jinan û wan dikujin. Ji bo pêşî li vî şerê derveyî mirovahiyê bê girtin, ji bo pêşî li komkujiyên li hemberî sivîlan bê girtin, di serî de Neteweyên Yekbûyî em bang li her kesî dikin ku bikevin nava tevgerê.”
Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” bi dawî bû.
Piştî çalakiyê çaleavanan dosyayekîli ser komkujî û şerên li Rojava birin radestî rayedarên NY’ê kirin.