Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya Zarok û Pevçûnên Çekdarî ya sala 2011 weşand. Di raporê de ji ber ku zarokan weke mertalên zindî bi kar tîne, Sûriyeyê xist nava ‘Lîsta Şermê’. Di raporê de hat gotin ku hêza muxalîf Artêşa Azad a Sûriyeyê jî jiyana zarokan “dixe metirsiyê”.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî Moon rapora Zarok û Pevçûnên Çekdarî ya sala 2011 de pêşkêşê Konseya Ewlekariyê ya Konseya NY’ê kir. Di raporê de rêxistin û welatên ku zarokan di şer de bi kar tînin, dikujin, tacîz dikin û êrîşên li ser dibistan û nexweşxaneyan cih girtin.
Gelek rêxistinên li welatên weke Efxanîstan, Herêma Navendî ya Efrîkayê, Komara Efrîkaya Navîn, Kongo, Çad, Iraq, Myamar, Somanî, Sûdana Başûr, Sûdan, Kolombiya, Filipînan û Yemenê di “lîsta şermê” ya NY’ê de cih girtin. Her wina Sûriye jî li vê lîstê hat zêdekirin.
Di raporê de hat gotin ku rêxistinên weke El Qaîde û Dewleta Îslamî ya Iraqê bi kuştina zarokan û êrîşên li ser dibistanan hatin tawanbarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku di hedefa tundiya rejîma Baasê de jî zarok hene.
Nunera taybet a rapora Zarok û Pevçûnên Çekdarî ya sala 2011 Rahhika Coomaraswamy, ragihand ku li Sûriyeyê zarok dibin hedef, di bin çavan de tên îşkencekirin, li rastî tacîz û muameleyên xirab tên û got; “Sûriye zarokan weke “mertal” bi kar tînin. Di raporê de hat gotin ku hêza muxalîf Artêşa Azad a Sûriyeyê jî jiyana zarokan “dixe metirsiyê”.