NY wê alîkariyê ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne
NY wê alîkariyê ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne
NY wê alîkariyê ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne
Desteya Bilind a Netewên Yekbûyî ya Kar û Barên Koçberan diyar kir ku ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dê pireke ezmanî ji bo alîkariyên mirovahî vebike. Her wiha da zanîn ku yekem balafirên alîkariyan dê di vê heftê de ji Iraqê were şandin.
Desteya Bilind a Netewên Yekbûyî ya Kar û Barên Koçberan diyar kir dê pireke ezmanî ji bo alîkariyên mirovahî ji Rojavayê Kurdistanê re vebike. Her wiha piştî ku herdu hikûmetên Sûriyê û Iraqê ji bo derbaskirina alîkariyan ji Hewlêrê heta Hesekê erê kirin, dê roja pêncşema bê dest bi şandina alîkariyan bike.
Rêveberê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa Emîn Ewed got ku pira esmanî ya ji bo alîkariyan were vekirin dê bi balefirên bar a "Îliyoşîn 76" heta roja yekşema bê 12 geştan pêk bîne.
Hêjayî gotin ye ku piştî deriyên sînor ji destê çeteyan ji aliyê YPG'ê ve hatin rizgarkirin, ev alîkarî cara yekemîn e ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Ev yek bingehek aram ji bo derbaskirina alîkariyan ava dike.