Neteweyên Yekbûyî (NY) zextên xwe yên li ser Îsraîla ku careke din biryar da ku li herêmên dagirkirî Şerîa Rojava û Qudisa Rojhilat ên Filistînê avahiyên nû ava bike, zêde kir. Sekreterê Giştî yê NY’yê ji bilî DYA’yê ji hemû endamên Konseya Ewlekarî ya NY’yê xwestin ku zextê li Îsraîlê bikin ku dest ji avakirina van wargehan berde.û
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ragihand ku dê hukûmeta wan van deverên wargehên Cihûyan berfireh bikin û bo vê yekê xebatên xwe zêde bikin.
DYA jî, di asta NY’yê de dest ji parastina Îsraîlê bernade, Wezareta Derve jî Îsraîlê bi “çalakiyên prokovatîk” tawan bar kir. Berdevka Wezaretê Victoria Nuland diyar kir ku xebatên avakirina wargehan aşitiyê dixe rîskê.
Li hemberî vê Komîteya Plansaziya Herêmê ya Şaredariya Qudisê ya Îsraîlê avakirina wargehên Cihûyan ên ku ji 2 hezar û 610 pêk tê û dê li herêma Givat Hamatosê bê avakirin erê kir. Her wiha Îsraşlê avakirina wargeha hezar xaneyî ya li Şerîaya Rojava jî anî rojevê.
Nêzî 300 hezar Îsraîl li cîwarbûnên li Şerîaya Rojava dijîn. Li gor hiqûqa navnetewî, Îsraîl bi awayek derzagonî xakên welatên din ên Ereb di sala 1967 de dagir kiriye, lê Îsraîl vê yekê napejirîne. Di sala 1967 de di şerek 6 rojan dom kir de Îsraîlê Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qûdusê ji Ûrdûnê, Girên Golan ji Sûriye û Şerîda Xezze jî ji Misirê stendibûn. Îsraîl di sala 2005 de ji Şerîda Xezzeyê vekişiyabû.
Endamên Konseya Ewlekariya NY’yê Îngilîstan, Almanya, Portekîz û Franse bi daxuyaniyeke hevpar dan zanîn ku avakirina kampên ne qanûnî ji aliyê Îsraîlê ve, bi xwe re gumana tîne.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî Moon jî bang li Îsraîlê kir ku di çarçoveya biryara ji bo cihwarbûnê hatibû dayin de tevbigere.
Kî Moon bi rojnamevanên di nava NY’yê de peywirdar re civiya û got: “Ev biryar hewlên avakirina dewleta Filistînê ku dê bê avakirin tehdît dike. Ez bang li Îsraîlê dikim ku dest ji vê rêya xeter berde. Ev yek hêviyên ji bo dahatûyek aram a Îsraîl û Filistînê lewaz dike.”