Ocalan: Di rojên pêş de wê pêşketinên girîng rû bidin
Ocalan: Di rojên pêş de wê pêşketinên girîng rû bidin
Ocalan: Di rojên pêş de wê pêşketinên girîng rû bidin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da xuyakirin ku di rojên pêş de li her du aliyan wê pêşketinên girîng rû bidin û diyar kir ku girîng e pêvajo bi Serokwezîr ve hatiye girêdan. Ocalan xwest piştgirîdayîna Êzidiyan jî bi rihê seferberiyê dewam dike.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, detayên hevdîtina pêr a li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir, ji ANF'ê re vegot.
Bûldan diyar kir ku wan civîneke 4 saetan li Îmraliyê pêk anîne û der barê rewşa tenduristiyê de Ocalan ji wan re ragihandiye ku tenduristî û moralê wî baş e.
'JI KOMKUJIYÊN DAIŞ'Ê NE CUDA YE'
Bûldan da zanîn ku Ocalan destpêkê li ser 10 kesên li Stenbolê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dane, ev nirxandin kiriye:
"Ji malbatên karkerên di înşaetê de jiyana xwe ji dest dan re sersaxiyê dixwazim. Ez van cînayetên kar ên tên serê karkeren çandiniyê yên demsalî, karkerên îşnaetê û madenvanan şermezar dikim, ku ew di bin rewşa rizandin û tinekirinê ya bêeman a sîstema neo-lîberal de hewl didin bi keda xwe bijîn. Pêwîste di vê mijarê de em nîqaş û kûrbûnê biafirînin. Heta ku di nava gelên kedkar de rêxistinbûyîn neyê kirin, pêşî li van nayê girtin. Divê wicdanê civakî bê bikaranîn. Ev komkujî û komkujiyên DAIŞ'ê mîna hev in. Di mijara têkoşîna li hemberî taşeronkirin û bêsendîkahiştinê de xebatên me hene, lê ez dixwazim tedbîrên bingehînî bigirim, çareseriyên bingehînî biafirînim. Eger hûn di mijara van cînayetan de nîqaş û kûrbûnekê biafirînin; hûn ê karibin li hemberî cînayetên jinê, cînayetên xwezayê, komkujiyên tên serê Kurdan û komkujiyên DAIŞ dikin, çareseriyê biafirînin."
'NE EXLAQÎ YE!'
Bûldan destnîşan kir ku Ocalan bi van gotinan nerazîbûn nîşanî bernedana girtiyên nexweş da: "Nexweşên bi nexweşiya kanserê jî bernedan. Ev nêzîkatiyeke exlaqî nîne. Me hemû berpirsyariyên xwe bicih anîn, lê wan nexweşekî mîda wî qul bûye, bi xortûmê xwarinê dixwe, xwe xwedî dike jî bernedan. Îsraîlê jî di berdêla leşkerekî de hezar girtî serbest berda. Ev pirsgirêk diviyabû di destpêka pêvajoyê de çareser bibûya. Der barê pêvajoya çareseriyê de di her mijarê de me niyeta xwe ya baş nîşan dan û niyeta baş jî bi rastî jî girîng e. Divê hikûmet tavilê ji bo girtiyên nexweş gavê biavêje, niyeta xwe ya baş nîşan bide."
Ocalan destnîşan kir ku eger rihê muzakereyê can nede bedenên nexweş, hingî zehmet de çareserî ji gel re bê vegotin û got, "Ev muzakere wê nebe xaleke muzakereyê. Ev yek bikaranîna mafekî jiyanî û însanî ye."
DESTEYA ŞOPANDINÊ Û SEKRETERYA
Ocalan mijara Desteya Şopandinê û Sekreterya jî anî rojevê û ev nirxandin kir:
"Desteya Şopandinê pêwîste tavilê bê avakirin. Li dijî hemû neyîniyan wê berpirsyariyên mezin bikevin ser milê her kesên ji aliyê Desteya Şopandinê ve bên xebitandin. Wê bandoreke erênî li rêveçûna çareseriyê bike. Pêwîstî bi Sekreteryayê heye. Pêwîstî bi pêşketina pêvajoyê heye. Ez nikarim not bigirim, nikarim binivîsînim; bi tenê diaxivim. Hûn dinivîsînin lê derfetekî min ê bi vî rengî nîne. Ji bo ku ev hemû kar hêsan bibin, pêwîstî bi sekreteryayê heye. Ji niha û pê ve divê her tişt bi belgeyên xwe re bi awayekî fermî bên qeydkirin; ji bo rêveçûneke baş a pêvajoyê pêwîstî bi vê heye. Bi avakirina van desteyan re divê dewlet jî desteyên xwe ava bike. Eger bi vî rengî be em ê pêvajoyê bigihînin aştî û çareseriyê."
NEXŞEYA RÊ WÊ DI ROJÊN PÊŞ DE ZELAL BIBE
Ocalan da zanîn ku wê di rojên pêş de pêşketinên girîng rû bidin û banga "dest ji ferzkirina yekalî berde" li hikûmetê kir.
Ocalan got, "Tevî kêmasî, astengî, provokasyon û ferzkirinên yekalî, em pêvajoyê dewam dikin. Pêvajoya diyalogê bû, lê di bin formata nû de di dema nêz de hatiye qonaxa pratîkbûyînê. Ev qonax wê ne tenê çarenûsa welatê me, qedera herêmê jî diyar bike. Divê hikûmet bi vê cidiyetê nêz bibe û bilezîne. Di rojên pêş de li eniya me û hikûmetê wê pêşketinên girîng rû bidin. Divê hûn jî hevdîtinên xwe yên bi hikûmetê re kêm nekin. Girîng û watedar e ku pêvajo bi Serokwezîr ve hatiye girêdan. Gengaz e ku ji niha û pê ve li ser usûl û esasê nexşeya rê de hevdîtinên girîng pêk werin."
Bûldan da xuyakirin ku piştî hevdîtina bi Ocalan û hikûmetê re ew ê nexşeya rê zelal bikin û bi raya giştî re parve bikin.
'BILA BI RIHÊ SEFERBERIYÊ ALÎKARÎ BÊ DAYÎN'
Ocalan der barê rewşa li Rojhilata Navîn de got, "Di serî de Şengal û Rojava hemû berxwedêrên bi rûmet û gelê li dijî êrîşên ji bo qirkirinê, berxwedaneke destanî ya sedsala 21'an nîşan didin, silav dikim. Êzidî gelekî qedîm e. Pêwîste ji bo gelê Êzidî yê hatiye Tirkiye, hatiye Bakur her kes bi rihê seferberiyê alîkariyê bidin; her kes berpirsyariya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Di dema dawî de ne tenê Êzidî, Tirkmen û Asûrî jî bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ne. Em mafê jiyanê yê van hemû gelan weke mijara rûmetê û temînata jiyana hevpar dibînin. Pêwîste hestyarî û piştevaniya di vê mijarê de zêde bibe."
KONGREYA NETEWEYÎ
Ocalan der barê Kongreya Neteweyî de jî ev nirxandin kir: "Şerhek li ser Konferansa Neteweyî hebû. Divê ev şerh ji niha û pê ve bê rakirin. Bi rêveçûna vê pêvajoyê, destpêkirina muzakereyê re ev şerh wê rabe. Helwesta Birêz Barzanî û Birêz Talabanî wê gelekî girîng û diyarker be. Pêwîste ew bi xwe jî têkilî û diyaloga li ser vê mijarê ewam bikin û divê Kongreya Neteweyî di demeke nêz de bikeve meriyetê."
'EM XAKA XWE, AVA XWE, ENERJIYA XWE BIKIN KOMUN'
Ocalan di hevdîtinê de pirsgirêka enerjî, ax û avê anî rojevê û got, "Min ji çapemeniyê şopand. Rêxistinbûyîna civakê di vê mijarê de, mijareke wicdanî ye. Divê dirûşma bingehîn 'em xaka xwe, ava xwe, enerjiya xwe komun bikin, jiyana azad û demokratîk ava bikin" be. Divê ev dirûşme esas bê girtin û gelê me jî di vê çarçoveyê de nêzî mijarê bibe."
JI GERÎLAYÊN JIN Û HPG'Ê NAME
Bûldan her wiha ragihand ku beriya çend rojan bi rêya Wezaretiyê 2 name ji Ocalan re hatine şandin û got, "Hem ji jinên li Qendîlê hem jî HPG'ê nameyên ji bo Birêz Ocalan hebûn. Name hatine wergirtin. Destnîşan kir ku ew ê di dema herî kurt de ji her du aliyan re nameya bersivê binivîsîne."
'BI HEYETA DEWLETÊ RE ROJA ŞEMIYÊ HEVDÎTINEKE BERFIREH KIRIYE'
Bûldan diyar kir ku ew hîn bûne Ocalan bi heyeta dewletê re roja Şemiyê hevdîtineke berfireh kiriye û got, "Anî ziman ku ew ê ji niha û pê ve jî timî bên cem hev."
Bûldan anî ziman ku Ocalan ji bo kongreya KCD'ê jî gotiye, "Min civata giştî ya KCD'ê ji destpêkê ve temaşe kir. Ji yên nû hatine hilbijartin re serketinê dixwazim. KCD proto-meclîs e, qadeke girîng e. Xebatên li vê derê ji aliyê pêşeroja sed salî girîng e."
Ocalan ji girtiyên nexweş re silavên xwe yên taybet şand û got, "Ez dixwazim di dema herî nêz de bibihîzim ku ew di şert û mercên azad de dest bi tedawiya xwe dikin."