Ocalan: Divê dewlet ji bo muzakereyên berfireh derfetan biafirîne
Ocalan: Divê dewlet ji bo muzakereyên berfireh derfetan biafirîne
Ocalan: Divê dewlet ji bo muzakereyên berfireh derfetan biafirîne
Heyeta BDP'ê, piştî hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî li ser navê Ocalan daxuyanî da. Heyetê diyar kir ku Ocalan wiha gotiye: "Me salek berê pêvajoya diyalogê da destpêkirin û ez wisa difikirim ku divê li vir wiha pêvajo veguhere formateke nû ango veguherin muzakereyên bi wate, berfireh bibin û bidomin. Bi taybet jî ji bo muzakereyên berfireh divê dewlet amûr û derfetan biafirîne û ev yek ji bo pêşketina pêvajoyê pêwîstiyek e."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokwekila Koma BDP'ê Pervîn Buldan li girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan silav û hezkirinên xwe ji raya giştî re şand û wiha got: "Me salek berê pêvajoya diyalogê da destpêkirin û ez wisa difikirim ku divê li vir wiha pêvajo veguhere formateke nû ango veguherin muzakereyên bi wate, berfireh bibin û bidomin. Ji bo muzakereyeke watedar, min têra xwe derfet û amûr da dewletê û Qendîlê. Bi taybet jî ji bo muzakere berfireh bibin divê dewlet amûr û derfetan biafirîne û ev yek ji bo pêşketina pêvajoyê pêwîstiyek e. Ji rastiya ku ancax dikarin bi vî rengî pêşî li çareseriyê vekin, hêviya min ew e ku hikûmet cidî nêzî mijarê bibe û cidî bigire dest. Ez dixwazim ragihînim ku di vê qonaxê de parastina agirbestê ji bo min watedar e. Em hemû di ferqê de ne ku pêvajoyeke pir watedar e. Lê em hemû dizanin ku pêvajo bi qasî watedar e, ewqas jî dijwar derbas bibe. Ger di çarçoveya fikir û pêşniyarên min de zehmetî bên derbaskirin, em dikarin pêvajoyê veguherînin formateke nû, bi muzakereyên berfireh pêvajoyê berdewam bikin. Ez bi girêdana xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê, ji hemû kesî re ji dil û can hezkirin û silavên xwe dişînim."
Heyetê diyar kir ku dê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin.