Ocalan: Divê êdî rewşa min veguhere rewşeke stratejîk

Ocalan: Divê êdî rewşa min veguhere rewşeke stratejîk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya heyeta Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir ku ew têdigihêje ku dewletê heta niha wateye navgînî li rewşa wî kiriye, lê ji bo alîkariyê bide çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Sûriyê, divê rewşa wî êdî weke rewşeke stratejîk bê dîitin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya BDP'ê, 9. hevdîtina navbera Ocalan û heyetê, 4 saetan dewam kiriye û ev peyama Ocalan hat parvekirin:

"Hevdîtin û civînên me yên li gel heyeta dewletê re dewam dikin. Ji aliyê me ve, pêvajo bi vî rengî dewam dike. Heta vê qonaxê, bi awayekî navgînî li rewşa min dinêrîn û vê yekê fêm dikim. Lê ji niha û pê ve divê rewşa min veguhere rewşeke stratejîk.

Ji bo alîkariyê bidim çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên li Tirkiyê, di serî de pirsgirêka Sûriyê feydê bidim çareseriya pirsgirêkên herêmê, pêwîste rewşa min veguhere rewşeke stratejîk.

Eger bi pakêtên demokratîkbûyînê yên bi rêbaza tevlêkariyê werin amadekirin, hikûmet gavên pratîkî biavêje, wê ji bo rêveçûna pêvajoyê girîng be.

Ji bo her kesên silav ji min re şandine, bi taybetî jî ji hevalên li girtîgehan re silav û hezkiriyên xwe dişînim. 

Ji raya giştî re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim."