Ocalan: Divê mirov bi Roboskiyê re bi heqîqetê re rûbirû were

Ocalan: Divê mirov bi Roboskiyê re bi heqîqetê re rûbirû were

Di çarçoveya bernameya merasîma bîranîna Komkujiya Roboskî de di serdana goristanê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Ocalan diyar kir ku Komkujiya Roboskî yek ji êşên mezin a di vê sedsala dawî de bi gel dane kişandin û wiha got, "Wê jinên Roboskî yên li doza zarokên me yên hatine qetilkirin xwedî derdikevin bibin nirx û qîmetê abîdeyî yên aştiyê." 

Duyemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya di encama bombebarana artêşa tirk de li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê 34 welatî hatin qetilkirin, ji aliyê bi hezaran ve tê şermezarkirin. Di nav wan de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlamenterên BDP û HDP'ê, şaredar, rêveber û endamên BDP'ê, saziyên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran welatî ji ber Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi karwanekî bi sedan maşineyan hatin gundê Roboskî. Merasîma bîranînê li goristana gund dest pê kir. 

GORISTAN HAT ZIYARETKIRIN 

Girseya ku hat Roboskî destpêkê çûn serdana gorên 34 welatiyên hatine qetilkirin. Li pêşiya girseyê Hevserokên Giştî yên BDP'ê , Dayiken Şemiyê, malbatên kesên di komkujiyên Mereş, Sêwas, Licê, Sundus, Gezî û Geverê de jiyana xwe ji dest dane, parlamenterên BDP'ê û HDP'ê, şaredarên herêmê yên BDP'ê jî di nav de bi hezaran mirov bi sirûda "Ey Reqîb" deqiqeyek rêzgirtin pêk anîn. Di serdana goristanê de dirûşmayên, "Şehîd namirin", "Qatil Erdogan îstîfa", "Wê hesabên komkujiyan bên dayîn" û "Dewleta qatil wê hesab bide" hatin gotin. 

OCALAN: LÊGERÎNA EDALETÊ YA MALBATÊN ROBOSKÎ PIR BI WATE YE

Paşê endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Ferhat Encu peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî şandiye xwend. Dema Encu peyama Ocalan dixwend girseyê dirûşmayên, "Silav silav ji Îmrali re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku komkujiya Roboskî yek ji êşên mezin a di vê sedsala dawî de bi gel dane kişandin û wiha got, "Dîrokê nîşan daye ku gelê kurd di her pêvajoya ku têkildarî hişmendiya nasnameya demokratîk a neteweyî de rabûye ser xwe bûye hedefa êrîşên bêrehm û komkujiyan. Di vê çarçoveyê de di Kanûna sala 1978'an de di Komkujiya Roboskî de jî rasterast zarokên kurdan ên bê parastin hedef hatine girtin. Wê rojê komkujiya bi destên kontrayên faşîst hat pêkanîn li Roboskî bi amûrên şer ên herî hovane û bêrehm hatiye pêkanîn. Dema me dest bi vê pêvajoya çareser kir me xwest ji aliyekî ve demokrasî û azadiyan pêş bixin ji aliyekî ve jî me xwest em bi tevayî êş û heqîqetên di rabirdûyê û dîroka me ya nêz de pêk hatine re rûbirû werin." Ocalan da xuyakirin ku divê di Komkujiya Roboskî ya ev 2 sal in nehatiye ronîkirin de çareserî pêk bê wijdanê malbat û gel bên rehetkirin. Ocalan diyar kir ku lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî pir bi wate ye." 

'WÊ JINÊN ROBOSKÎ BIBIN NIRX Û QÎMETÊ ABÎDEYÎ YÊN AŞTIYÊ'

Ocalan anî ziman ku berxwedana bi rûmet a di pêşengiya jinên Roboskî de pêş dikeve û lêgerîna wan a heq û edaletê pir bi qîmet dibîne û wiha got, "Em di vê ferqê de ku ev lêgerîna heqîqetê ne şexsî civakî ye. Divê em di wê zanebûnê de bin ku ev êş ne rojane dîrokî ye. Wê gelê me malbatên Roboskî çawa heta îro tenê nehiştiye ji niha û şûnve jî tenê nahêle. Hikûmet jî di mijara rûbirûhatina heqîqetan re ku tê payîn dê parçeyeke ji vê pêvajoyê be, divê wek karekî baş ji Roboskî dest pê bike. Li ser vî esasî ez careke din sersaxiyê û hêviyên xwe yên baweriya bi gelê me yê Roboskî re dubare dikim. "Wê jinên Roboskî yên li doza zarokên me yên hatine qetilkirin xwedî derdikevin bibin nirx û qîmetê abîdeyî yên aştiyê." 

PIŞTÎ PEYAMÊ MEŞ

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kes ber bi gundê Roboskî ve dest bi meşê kirin.