Ocalan: Divê pêvajo bi dualî were meşandin

Ocalan: Divê pêvajo bi dualî were meşandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê heta niha bi yekalî tê meşandin û got, "Ev 8 meh in, em berpirsyariyên xwe bicih tînin. Di rewşa heyî de pêvajo bûye yekalî. Divê hikûmet berpirsyariyên xwe bicih bîne." Ocalan ji bo êrîşên li Rojava jî got, "Kî piştgiriyê dide van karên çeteyan, wê sibê li ser serê wan jî bibe bela." Ocalan silav li gelê Rojava kir.

Mehmet Ocalan, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li DÎHA'yê re vegot. Mehmet Ocalan da xuyakirin ku wan di hevdîtinê de bi giranî li ser pêvajoya çareseriyê axivîne û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd aniye ziman ku ev 8 meh in çi ji destê wan tê dikin, lê pêvajo êdî bi yekalî nameşe. Mehmet Ocalan ragihand ku Ocalan di vê mijarê de gotiye, "Me rewşeke afirand ku ev 8 meh in wendahiya can çê nabe. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Min berpirsyariyên xwe bicih anî, barê dikeve ser milê xwe hilgirt. Lê ev bi tena serê xwe ne çareserî ye. Ev pêvajo bi yekalî nameşe. Pêwîste hikûmet barê dikeve ser milê xwe hilgire û berpirsyariyên xwe bicih bîne." Mehmet Ocalan got, "Beriya niha bi 40 rojan hevdîtineke me çê bûbû. Hingî pirgirêkên xwe yên tenduristiyê anîbû ziman. Behsa pirsgirêk û êşa li dev, qirik û çavên xwe kiribû. Dema min jê rewşa dawî pirsî, ji min re got ku herikîna hêstrên çavan kêm bûye. Bawerim ku doktorên giravê çûne gel wî."

DIVÊ HIKÛMET BERPIRSYARIYÊN XWE BICIH BÎNE

Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de Ocalan xwestiye bi giranî li ser pêvajoyê biaxive û anî ziman ku Ocalan destnîşan kiriye; pêvajo bi yekalî nameşe. Li gorî daxuyaniya Mehmet Ocalan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Ev 8 meh in em berpirysariyên xwe bicih tînin. Di rewşa heyî de pêvajo bûye yek alî. Divê pêvajo dualî be. Bi awayekî yekalî, ji ser me tê meşandin. Êdî ji niha û pê ve tiştekî zêde ji destê min were tineye. Pêwîste hikûmet berpirsyariyên xwe bicih bîne."

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî astengkirina hevdîtina bi parêzeran re da û got, "Ev du sal in, parêzer nikarin biçin giravê. Çima parêzeran nabin. Pêwîste hem di warê huqûqî hem jî di warê însanî de hewldan destpê bikin. Pirsgirêka yekemîn ev e. Heyeta BDP'ê diçe belê. Lê pêvajo bi vî rengî hinekî wê zehmetiyê bikşîne. Ez van nabêjim, kekê min Ocalan dibêje. Em di wê baweriyê de ne ku divê tavilê parêzer biçin giravê. Ji ber ku ev pirsgirêk çiqasî polîtîk be ewçend jî huqûqî ye. Dewlet vê dizane. Çima parêzeran naşînin?"

Mehmet Ocalan der heqê daxwaza ji nû ve darizandinê de jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku hînê serlêdan ji bo ji nû ve darizandinê li dadgehê nehatiye kirin, dibêjin Ocalan nikare ji vê qanûnê sûdê werbigire. Mehmet Ocalan pirsî, ka helwesteke bi vî rengî çiqasî huqûqî ye û destnîşan kir ku tevî ewçend pirsgirêkên huqûqî jî du salin destûr ji Ocalan re nayê dayîn ku parêzerên xwe bibîne.

LI ROJAVA TIFAQEKE SÊALÎ HEYE

Mehmet Ocalan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd, komkujiyên çeteyên ser bi El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dikin jî nirxandiye û anî ziman ku Ocalan ev komkujî şermezar kiriye. Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rewşa li Rojava gotiye, "Li Rojava, tifaqa sêalî ya ji El Qaîde, bermayînên berê yên JÎTEM'ê û hin partiyên Kurd heye. Ev karekî şaş e. Ya ku li Kurdan komkujiyê dike jî ev tifaq e. Ev gelekî şaş û qirêj e. Ev nayê qebûlkirin. Û ev xebat, wê sibê bibe belayê serê gelan. Kî piştgiriyê dide van komên çeteyan, wê sibê bibe belayê serê van. Divê bi lezgînî komkujiya li Sûriyê bê rawestandin."

SILAV LI GELÊ ROJAVA KIR

Mehmet Ocalan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku divê gelê Rojava parastina xwe xurtir bike û gotiye, "Ji nan û avê bêtir, pêwistiya wan bi parastinê heye. Xurtkirina parastinê, ji nan û avê girîngtire. Ez silavan li gelê Rojava dikim."

Mehmet Ocalan herî dawî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd silav li jin, ciwan û tevahiya gel kiriye û cejna wan pîroz kiriye.