Ocalan: Ez emaneta Mahîr radestî HDP'ê dikim

Ocalan: Ez emaneta Mahîr radestî HDP'ê dikim

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel heyeta BDP'ê re bang li saziyên Kurd kir; "Dest ji nêzîkatiya 'eger AKP dewlet gavan biavêje dê çareserî pêk were' berdin. Çareseriya xwe têxin meriyetê. Eger îro li Amedê hînê bêkarî gelekî zêde ye û birçîbûn heye, divê siyaseta demokratîk ji vê ne razî be." Ocalan ji bo HDP'ê jî peyama "Ez emaneta Mahîr radest dikim" da.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, berfirehiya hevdîtina xwe ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojnameya Ozgur Gundemê re vegot.

Ocalan diyar kir ku divê nêzîkatiya 'Eger AKP, dewlet gavan biavêje dê çareserî pêk were, eger neavêje pêk nayê" ji holê bê rakirin û got, "Rastiyeke me ya gel a mezin heye. Hûn dikarin gelekî tiştan bikin. Ya ku divê were kirin; pêwîste hûn çareseriya xwe tavilê bixin meriyetê. Tişta ku divê hûn bikin, çareserkirina pirsgirêkên civakî ye."

DIVÊ SIYASETA DEMOKRATÎK JI REWŞÊ NE RAZÎ BE

Balûken nirxandinên Ocalanl ên der barê mijarê de wiha ragihand:

"Diyar kir ku pozîsyoneke bendewariya çarseriyê ji dewletê gelekî şaş e. Bibîr xist ku der barê 8 aliyên projeya xwe ya Neteweya Demokratîk de perspektîfên berfireh danî holê. Anî ziman ku bicihneanîna van her 8 aliyan ji aliyê BDP yan jî qadên din ên rêxistinbûyî, kêmasiyeke gelekî mezin e. Got, 'Li vê derê di nava sala derbasbûyî de em li ser xebatên xwe rawestiyand, diviyabû we jî giranî bidan ser sazîbûna van her 8 aliyan û pozîsyoneke ku bersivê dide bendewariyên gel bi dest bixista.' Destnîşan kir ku di vî warî de qadên rêxistinbûyî yên gelê Kurd, kêm maye.

Li ser aliyê aboriyê mînak da. Got, 'Di destê we de hejmareke zêde ya şaredariyan hene, koma we heye, parlamenterên we yên di nava gel de xwedî girîngiyekê ne hene, daxwazeke cidî ya gel heye ku kedê bide. We dikarîbûn bi keda vî gelî gelek tişt bikira. Mînak we ji Amedê feraseteke kooperatîfî jî dernexistin holê. Eger di warê aborî de li Amedê bêkarî hînê di asta herî bilind de ye, birçîbûn heye, divê siyaseta demokratîk ji vê nerazî be.' Da xuyakirin ku, li Amedê kuştina dayik, hevser û keça xwe ji aliyê mirovekî ve travmayeke civakî ye û ti îzaha vê ya pêşîlênegirtinê ji bo siyaseta demokratîk nîne. Got, 'Eger ciwanek dayika xwe dikuje, hingî divê Şaredar, Parlamentera li xwe bipirse. Divê bipirse çima heta niha rewşeke bi vî rengî ji holê ranekiriye. Ji ber ku di çavê min de ha wî ciwanî dayika xwe kuştiye ha jî şaredar kuştiye, ti cudahî nîne. Ji ber ku siyaseta demokratîk nekarî valahiyên heyî dagire, bûyerên bi vî şêwazî rû didin."

Wekî din ragihand ku mirina bi dehan mirovan ji ber pevçûnên li ser zeviyan, kêmasiya siyaseta demokratîk e û got, 'Eger li ser van her 8 sernavan kûrbûn û sazîbûn hebûya, piraniya van pirsgirêkan çareser dibûn. Dê ev pirsgirêk neketibûya rojevê. Rê û rêbaza rast a siyaseta demokratîk ji bo dema pêş jî ev e. Yanî divê nêzîkatiya 'AKP, dewlet vê gavê biavêje wê çareserî pêk were, neavêje pêk nayê' ji olê bê rakirin. Kesek ji jorê ve çareseriyekê nîne û danîne pêşiya me. Ti dewleteke Kurdan ku tevgera Kurd pişta xwe bidê tineye, ti sermiyaneke wan nîne. Pişta xwe dispêre rastiya gel û vî gelî her tim keda xwe tevlî vê têkoşînê kiriye. Ya ku divê hûn bikin jî li ser vê kedê rola xwe ya siyaseta demokratîk bileyzin û ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê bibînin.'

Me jê pirsî ka haya wî ji deklarasyona dawî ya KCK'ê der barê pêvajoyê de aşkera kiriye heye yan na. Anî ziman ku wî deklarasyona xwendiye, şopandiye, girîng dîtiye lê di vê de jî ya ku divê were kirin bendemayîna gavên dewletê nîne, divê çareseriya xwe tavilê pêk bînin. Ya girîng ne gavavêtin an gavneavêtina dewletê ye. Ya girîng pratîkkirina her 8 aliyên di perspektîfa neteweyî ya demokratîk ji aliyê KCK'ê ve ye.'

JI BO HDP PEYAM

Balûken ragihand ku Ocalan der barê HDP'ê de peyam daye û ev tişt got:

"Dema behsa HDP'ê dikir Birêz Ocalan bi heyecan bû. Destnîşan kir ku girîng e HDP xebateke karibe valahiya mûxalefeta li Tirkiyê dagire, nîşan bide. Bi taybetî ev xal destnîşan kir: 'Min bi xeta Mahîr Çayan bi sempatîzaniya wî dest bi vê têkoşînê kir. Ev 40 salin ez têkoşîna xeta Mahîr dimeşînim. Ya ku Mahîr da min emanetek bû û min di nava 40 salan de hewl da vê emanetê bi awayê herî baş bicih bînim. Niha jî ez vê emanetê radest dikim.' Diyar kir ku divê rêbaza xebatê ya HDP'ê ne weke partiyeke raperînê be. Got, 'Me raperîn û serhildan 40 salan kirin û niha em pêvajoya aştî û muzakereyê dimeşînin.' Lewma divê HDP helwesteke ku vê pêvajoya aştî û muzakereyê xurt bike, nîşan bide. Divê bi ruhekî nû yê hemû pirsgirêkên gel çareser dike, derkeve holê. Me li dijî dewletê serî rakir û em ji wê asta serhildanê hatin asta çareseriyê ji bo gelan. Ji ber vê yekê divê HDP ji bo bersivdayîna bendewariyên gelê Tirkiyê yên di mijarên ekolojî, jin, bêkarî û xizaniyê de, li dora têkoşîneke demokratîk a tevlêkar û radîkal, bicive. Pêwîste di partiya nû de jin û ciwan di hemû navgînan de bi giranî cih bigirin. Ji bo kongreya 26-27'ê Cotmehê serketin xwest û peyamek ji bo li kongreyê were xwendin şand.