Ocalan: Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be
Ocalan: Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be
Ocalan: Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi wesîleya Roja Jinên a Kedkar a Cîhanê 8’ê Adarê peyamek da û got, “Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be” û bang li jinan kir ku, koletiyê red bikin. Ocalan got: “Azadiya jinê têkoşîna Sakîne ye. Jiyana Sakîne mînake.”
Di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Mesaja Ocalan ku b tilîlî û dirûşmayan hat pêşwazîkirin, Ocalan banga redkirina koletiyê û şoreşa bikok kir.
Peyama Ocalan a bi sernivîsa “Ji lêgerên rastî, edalet û hezkirinê re” wiha ye:
“Beriya her tiştî tenê 8’ê Adarê ku ya jinane ez rexne dikim. Wek şert û mercekî jiyanê yê bivênevê ye ku tevayî roj bi jin û bi jinên azad bin. Lê belê ev rastiya 8’ê Adarê jî vê pir aşkere nîşan dide ku, di jiyanê de jin nîne. Tenê di rojeke wiha de nêzîkatiyeke hêjayî bîranînê asta kûraniya koletiyê nîşan dide. Ji bo min qadeke xebatê ye ku ez li ser difikirim. Ez ji şer cuda nagirim dest. Heta weke di tevayî şoreşan de hatiye dîtin, mijara herî bingehîn a şoreşên di roja me de û bi taybet şoreşa Kurdistanê ya pêwîste bi ser bikeve çareserkirina jiyana li derdora jinê ye. Ji pirsgirêkên şerê herî pêşketî bigirin, heta aştî û pêşketina wê ya li ser esasen azadiyê di navenda xebatan de cih digire.
Wê salên 2000’î bin salên ku azadiya jinê tevî serdemên tarî yên şaristaniyê ku tunekirineke kûr bi jinê dide jiyan. Ez di rastiyê de vê şaristaniyê wek serdemeke tarî û qeşayê dibînim. Lê belê ji salên 2000’î ve bihara jinan dest pê kiriye. Di tevayî dîroka şaristaniyê de li hemberî zivistan û berfa serweriya derew û zordar û li dijî cinsê jinê, weke berfînên ku berf û qeyaşê derbas dike wê azadiya jinê pêk were. Bi vê re bihara jinê, ber bi bihara jinê ve li hemberî zivistan û berfa dijwar kulîlkvedan, kulîlkvedana tevgera azadiya jinê pê tê. Ez vê astê girîng dibînim. Min bi aqil û dilê xwe pêwendî bi jinê re danî. Nasnameya min eve, formasyona min eve, nêrîna min a ji bo jinê ev e.
Divê mirov qet ji bîr neke ku jiyaneke bi wate û bi rûmet a bi jinê re, zanyarî û bilindbûnê dixwaze. Yên îddîaya wan a eşqê hebe divê zanibin ku rêya wê divê zanyarî û bilindbûnê re derbas dibe. Eger mirov bixwaze bijî, di destpêkê de pêwîste, bi jinê re ji nû ve di nav tewazuneke hêzê de hilberandina hestan xweşikî û bilinbûnê çêbibe û mirov di parkirina wê de bi ser bikeve. Divê ev rastî were avakirin û divê mirov bigihîje heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tekîtî û gerdûnitî yanî bi awayekî berbiçav bi jin û mêr re, jintî û mêrtiya mucerred a îdeal din av hevdu de were jiyan. Divê mirov wek mulk, wek xwedî bi temamî hevdu terk bike. Li şûna namûsa kevneşop divê mirov balkêşiya xweşikbûn û kesayeta esîl serwer bike. Şoreşeke bi kok a jinê; ji lewra heta guhertina zîhnî û jiyanî ya zilam pêk neyê rizgariya jinê ne mimkune. Ji ber ku heta jina ku ew bi xwe di jiyanê de di asta sereke de ye rizgar nebe wê jiyan weke serabekê were jiyan. Heta ku zilam bi jinê re li hev neyê û jin bi jiyanê re li hev neyê wê şadî xeyakeke vala be.
Bi îhtîmaleke mezin wê ji derveyî rizaya we zewacên we çêbibin. Paşê hûn dayik in. Êşên we hene. Eşq jiyanê dikuje. Gelekî ku jinên wê ne azad bin şansê wî gelî yê azadiyê nîne.
Divê hûn azad bibin. Siyaset bi eşq û hezkirina gel tê kirin.
Em Tevgera Azadiya Jin dijîn. Sakîne mînake. Hûn mînak in. Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jinê têkoşîna Sakîne ye. Ez ê hesabê Sakîne bipirsim, derxim holê.
Jinên leheng ên mezin hene. Pîroziya jiyanê girîng e. Divê mirov dest ji koletiyê berde. Peyama min a 8’ê Adarê bi vî awayî ye. Gelekî ku jinên wî ne azad bin nikare azad be. Rewşa bi temamî azadiya jinê xwedayetî ye. Ez jinên leheng ên şehîd ketine bi bîr tînim.