Ocalan: Gotina veneguhere gavavêtinê bêbersiv e
Ocalan: Gotina veneguhere gavavêtinê bêbersiv e
Ocalan: Gotina veneguhere gavavêtinê bêbersiv e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP'ê re, peyam da hikûmeta nû. Ocalan diyar kir ku girîng e hikûmet ji aliyê pêvajoyê ve bilezîne û got, "Gotina veneguhere gavên şênber, di pratîkê de ti bersiva xwe nîne."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê hevdîtina heyeta ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder a duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PEYAMA JI HIKÛMETA NÛ RE
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Ocalan têkildarî pêvajoya çareseriyê de wiha gotiye: "Ligel pirsgirêkên cur bi cur, astengî, provokasyon, giran girtin û yek alî, pêvajoya me daye destpêkirin li ser formateke nû û di demek nêz de hatiye asteke pratîkbûneke girîng. Ev ast ne tenê qedera welatê me wê ya herêmê diyar bike. Girînge hikûmet bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibe û bilezîne. Êdî gotinên bi gavên pratîk neyên amadekirin tu pratîkên li hemberî pêk nayên.
Ocalan got, ew hemû rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên pirsgirêkê bi vê cîdiyet û berpirsiyarê digirin dest dişopîne û hewceyî bi pêşniyar û tevkariyên hemû derdoran ji her carê bêtir heye. Di vê astê de cîdiyet û baldariya bê nîşandan wê nîşan bide ku herêma me wê bi kaosê yan jî bi demokrasiya wekhev a berhemdar vê sedsalê derbas bike." Ocalan gotiye, divê hikûmeta nû bê hincet dest bi muzakereya bi wate û kûr bike û rêgez û mekanîzmayan demildest bêxin jiyanê.
Ocalan di hevdîtinê de ji malbatên 10 karkerên di înşaeta rezîdansê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha hate got: "Birêz Ocalan, cînayetên kar ên madenvanên bi keda xwe hewl didin di bin xizandin û tunekirina pergala neo-lîberal de bijîn, karkerên înşatê û karkerên çandîniyê pêk tên şermezar kir û sersaxî li malbatên karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan xwest.
EGER RIHÊ MUZAKEREYÊ CAN NEDE BEDENÊN NEXWEŞ...
Ocalan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ev hişyarî da; Dema nêzîkahiya li hemberî rewşa girtiyan a bêbaldar li ber çavan tê girtin, eger rihê muzakereyê can neda bedenên girtiyê nexweş pêvajoya çareseriyê ji gel re vegotin nemimkun e. Ev pirsgirêkê nabe madeyeke muzakereyê û ji bikaranîna mafê jiyanî û însanî pêk tê."
Ocalan berxwedana li Şengal û Rojava ya li dijî DAIŞ'ê jî nirxand.
BERXWEDANÊN LI ŞENGAL Û ROJAVA SILAV KIR
Di daxuyaniyê de di vê der barê de wiha hat gotin:
"Di serî de Şengal û Rojava, Ocalan gel û hêzên berxwedanê yên li dijî êrîşên bi armanca qirkirinê, berxwedana destanî ya sedsala 21'an nîşan didin silav kir û yên ku ji bo zêdekirina hestyarî û piştevaniya vê mijarê tevkariyê dikin û kedê didin, silavên xwe yên taybet şand.
Ocalan wiha got: 'Em bi baweriya di serî de gelên êzdî, tirkmen û asurî-suryan hemû gelên li hemberî talukeya komkujiyê ne di serî de mafê xwe yê jiyanê û hemû nirxên xwe parastin weke pirsgirêkeke rûmetê û jiyana hevpar dihesibînin.'
Ocalan herî dawî ji girtiyên nexweş re silav şandin û xwest ku agahiya di şertên azad de dermankirina wan dest pê kir bigire."