Ocalan: Hevdîtinên me yên li gel heyeta dewletê dewam dikin

Ocalan: Hevdîtinên me yên li gel heyeta dewletê dewam dikin

Biraziya Ocalan Dîlek Ocalan ku yekemcar çû hevdîtina Îmraliyê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, "Hevdîtinên me yên li gel heyeta dewletê dewam dikin. Hevdîtinên me yên dawî erênî derbas bûn. Rêveçûna bi vî rengî ya hevdîtinên me, ji bo niha baş e."

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, biraziya wî Dîlek Ocalan, wasiya girtiyê li Girtîgeha Îmraliyê Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, di 23'ê Kanûnê roja Duşemê de çûn Girava Îmraliyê û bi malbatê re hevdîtin kirin.

Biraziya Ocalan Dîlek Ocalan ku yekemcar çû hevdîtina Îmraliyê, detayên hevdîtinê ji DÎHA'yê re vegot.

Dîlek Ocalan diyar kir ku hem ji ber kêmbûna demê hem jî ji ber heyecana hevdîtina destpêkê, gelek pirsên xwestiye bipirse nekarîbû bipirse û anî ziman ku Ocalan der heqê pêvajoya dewam dike de gotiye, "Hevdîtinên me yên li gel heyeta dewletê dewam dikin. Hevdîtinên me yên dawî erênî derbas bûn. Rêveçûna bi vî rengî ya hevdîtinên me, ji bo niha baş e." Dîlek Ocalan ragihand ku wê ji Ocalan re gotiye wêneyên wî hatine weşandin û nêrîna wî li ser wêneyan pirsiye û got, "Ocalan got, wêne baş derneketine. Her wiha ew wêne ji aliyê hevalên me ve nehatine weşandin."

Birazê Ocalan der heqê hevdîtinê de ev agahî da: "Serok berê amade bû. Ji xwe dayika min beriya min pê re rûniştibû. Ez jî hatim odeyê û me silav dan hev. Min yekemcar serok dît, lê rewşa tenduristiya wî baş xuya dikir."

Dîlek Ocalan diyar kir ku dema hevdîtinê destpê kir, ewilî Ocalan dest bi axaftinê kiriye û bîranînên xwe jê re vegotiye û got, "Ocalan behsa derketina ji malê ya ji bo çûyîna dibistanê kir. 'Min di 8 saliya xwe de yekemcar dest bi têkoşînê kir.' Di 8 saliya xwe de ji malê veqetiyam, bi tena serê xwe meşiyam, çûbûm Nîzîpê û gelekî bi hêrs bûbûm." Dîlek Ocalan got, "piştre temenê min ji min pirs kir û got, 'Min jî di wî temenî de yanî di 25 saliyê de têkoşîn da destpê kirin.' Got, temenê te niha di cih de ye, tu jî dikare xebatê bimeşîne, dikarî xwe beşdar bike."

Dîlek Ocalan da xuyakirin ku silavê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her kesî hebû û bi taybetî jî silav li jin û zarokan kiriye û di karê wan de serketin xwestiye.