Ocalan: Hêvîdarim dewlet û hikûmet vê şaşiya dîrokî nekin
Ocalan: Hêvîdarim dewlet û hikûmet vê şaşiya dîrokî nekin
Ocalan: Hêvîdarim dewlet û hikûmet vê şaşiya dîrokî nekin
Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got ku Ocalan ji wan re gotiye, "Dibe ku careke din we neşînin vir.” Buldan got, "Birêz Ocalan ji me re got, ‘Ez nabêjim pêvajoya mîna li ser pişta masî dimeşe, lê belê pirsgirêkên bi qasî çiyayan li pêşiya me ne. Heta ew pirsgirêk çareser nebin, wê ev pêvajoya aştiyê çawa pêk bê. Lê ez dîsa jî dixwazim bi hêvî bim. Dibe ku careke din we neşînin vir. Hêvîdar im dewlet û hikûmet vê şaşiya dîrokî nekin. Ji ber ez bi saya we nêrîn û agahiyên xwe bi raya giştî re parve dikim.”
Li Rêxistina BDP’ê ya Îdirê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya rêxistinê cejna gel hat pîrozkirin. Di pîrozkirina cejnê de Parlamentera Îdirê û Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan, Seroka Rêxistina Îdirê ya BDP’ê Mehmet Anar, Şaredarê Îdirê yê BDP’ê Huseyîn Malk û ligel rêveber û endamên BDP’ê gelek hemwelatî jî amade bûn. Serokê Rêxistina Îdirê ya BDP’ê Anar di merasîmê de cejna gelê Kurd pîroz kir. Paşê pîrozkirina cejnê li Şaredariya Îdirê berdewam kir.
Di pîrozkirina cejnê ya li Şaredariya Îdirê Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re agahî dan. Buldan diyar kir ku Ocalan gotiye, “Eger dewlet û hikûmet bixwaze mirovên li çolterê çekan deynin û vegerin, divê bingeha qanûnî çêbikin.”
'EZ HÎN JÎ JI PÊVAJOYÊ BI HÊVÎ ME’
Buldan da xuyakirin ku, di hevdîtinê de behsa xusûsên ku divê bên kirin kiriye û Ocalan gotiye, "Ez hîn jî ji pêvajoyê bi hêvî me. Ez naxwazim hêviyên xwe yên ji vê pêvajoyê wenda bikim. Divê bi lez nîzamên qanûnî yên bên kirin pêk werin. Ji ber dewlet û hikûmet dixwaze mirovên li bejahiyê çekên xwe deynin û vegerin. Lê belê hîn jî bingeha wê nehatiye çêkirin. Heta bingeheke qanûnî nebe wê ev mirov çekên xwe deynin ku derê û bên ku derê. Em bêjin ku hatin, wê çi bi wan bê. Li qereqola yekemîn a werin an wê bên girtin an jî wê leşker gule berde wan û wan bikuje. Heta bingeheke qanûnî nebe dê ew wisa be. Ji ber vê yekê heta bingeha qanûnî ne be ne mimkun e ew mirov ji çiyayan vegerin. Ji ber vê saleke em hewl didin vê bêjin. Em dibêjin qanûnan derxin. Em dibêjin bingeha qanûnî çêbikin. lê hikûmet tu gavan navêje.”
'TIŞTEKÎ JI AKP'Ê NEXWAZIN BILA EW LI DERIYÊ WE BIDIN'
Buldan got ku, Ocalan ji wan re gotiye ku tiştekî ji AKP’ê nexwazin daxwazên xwe bi derfetên xwe bînin cih û got, “Birêz Ocalan got, 'Ji AKP'ê tiştekî nexwazin. Li pişt we hêzeke mezin a gel heye. rêveberiyên we yên herêmî, şaredariyên we hene. Gelek derfetên we hene. Ji ber vê daxwazên xwe bi derfetên xwe bînin cih.’ Birêz Ocalan bi taybet ev mijar destnîşan kir. Ocalan got, ‘Mîna parsekan bi xusûsên wek zimanê min bide min, nasnameya min bide min, li deriyê AKP’ê nedin. Ew muhtacî we ne, ne hûn. Bila ew deriyê we vekin. Bila ew li ber we bigerin. Bila ew bêjin werin em biaxivin. Hûn ji wan hîn bi hêztir in. Potansiyela we ya jinan pir bi hêz e mutleq binirxînin.’”
'ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA PÊVAJOYA AŞTIYÊ DEWLETA PARALEL E’
Buldan destnîşan kir ku, Ocalan ji wan re gotiye ku li pêşiya pêvajoya aştiyê astengiya herî mezin dewleta paralel e û Ocalan ji wan re wiha gotiye, "Ez bawer im li Tirkiyeyê li pêşiya pêvajoya aştiyê astengiya herî mezin feraseta dewleta paralel e. Ji ber kengî li vî welatî behsa aştiyê bê kirin an jî gaveke aştiyê bê avêtin, demldest dewleta paralel dikeve pêşiyê, hewl dide provoke bike.” Buldan diyar kir ku, Ocalan di vê mijarê de mînakên gundiyên tên qetilkirin û operasyonên li dijî narkotîkê daye û wiha berdewam kir, “Taxa Gulsuyu wek mînak nîşan da. Narkotîkê didin wan paşê diçin operasyonan dikin. Ew tiştên ku dewleta paralel dike. Divê êdî dewlet li hember vê dewleta paralel hişyar be. Divê li hemberî dewleta paralel em hêzên xwe bikin yek.”
'DIBE KU NEHÊLIN HÛN CAREKE DIN WERIN'
Buldan anî ziman ku, Ocalan ji wan re gotiye, "Dibe ku careke din we jî neşînin vir. Ez nabêjim pêvajoya mîna li ser pişta masî dimeşe, lê belê pirsgirêkên bi qasî çiyayan li pêşiya me ne.”
Buldan got ku, ji Ocalan re gotine “Dê ev cara dawî be ku em we dibînin?” Ocalan ji wan re gotiye, “Hêvîdar im dewlet û hikûmet vê şaşiya dîrokî nekin. Ji ber ez bi saya we nêrîn û agahiyên xwe bi raya giştî re parve dikim.”