Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê sê sernav pêşniyar kir
Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê sê sernav pêşniyar kir
Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê sê sernav pêşniyar kir
Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê 3 sernavên girîng pêşniyar kiriye û ev hersê nav wiha rave kir: "Ya yekemîn; 'Guhertina qanûna Antî-terorê', ya duyemîn; 'Avakirina komîsyonên ewlehî, jin, aborî û hûqûqê' û ya sêyemîn jî; 'Pratîkirin' e." Ocalan ji bo şopandina rêveçûna pêvajoyê jî komîsyona şopandinê pêşniyar kir.
Cîgira Serokê Koma BDP'ê ya Parlamentê Pervîn Buldan der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji DÎHA'yê re axivî. Buldan diyar kir ku dê pêvajoya çareseriyê bi formata nû vegere muzekereyan û bal kişand li ser nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dewletê re şandiye. Buldan destnîşan kir ku di nameyê de Ocalan guhertina TMK û TCK'ê jî hatiye xwestin û wiha aixvî: "Divê qanûna antî-teror bê guhertin û divê di nav de 'komîsyona şopandinê' bê avakirin. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve, li ser sê sernavan pêşniyar hatine kirin."
'OCALAN PERSPEKTÎFÊN BERFIREH DA'
Buldan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya salekî de nirxandine û Ocalan prespektîfeke berfireh ji wan re ragihandiye û wiha pêde çû: "Hevdîtina me nêzî du saet nîv berdewam kir. Birêz Ocalan der barê pêvajoyê de nirxandineke birfireh kir. Perspektîfeke berfireh pêşniyar kir. Di nava pêvajoyê de tiştên ku hatine kirin û nehatine kirin hatin nîqaşkirin. Hem der barê pakêta ku hikûmetê amade kiriye de û hem jî der barê vekişîna gerîlayan de û li ser vekişîna gerîla ya demek berê hat rastandin jî bi kurtasî nirxand."
Buldan aşkera kir ku Rêberê Gelê Kurd pêvajoyê bi giştî wekî qazancekî dinirxîne û ev tişt got: "Ji hêla hikûmetê ve 'Pakêta Demokrasiyê' hat amadekirin, di vê der barê de bi birêz Ocalan re hevdîtin nehatine kirin, ji vê helwesta hikûmetê birêz Ocalan aciz e. Birêz Ocalan diyar kir ku haya wî ji amadekariya pakêtê hebûye, lê ji ber ku hikûmetê bi serê xwe ev kara kiriye nerazîbûnên xwe da nîşan. Dîsa di vê mijarê de ev tişt got, 'Di dawiyê de em behsa pirsgirêkeke bi sedan salan dikin û ev pirsgirêka bi sedan salan bi paketekî nayê çareserkirin. Lewre ez gelekî girîngî nadim vê pakêtê. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê ku hatine xitimandin vebin ev pakêt gelekî girîng e. Lê di heman demê de ev pakêt dê hemû pirsgirêka jî çareser neke."
'EMÊ BIÇIN QENDÎLÊ'
Buldan destnîşan kir ku wan 9'emîn hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re di 17'ê tebaxê de kirine û wiha got: "Ji 17'ê Tebaxê heta niha birêz Ocalan ji me re diyar kir ku wî du caran jî bi rayedarên tirk re hevdîtinê kiriye û der barê her du hevdîtinan de jî name daye rayedaran tirk. Di nameyan de jî birêz Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê nêrîn û pêşniyarên xwe aniye ziman." Buldan bilêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan xwestiye ku ew naveroka hevdîtinê bigihîjinin rayedarên KCK'ê û wiha pê de çû: "Di demeke kurt de em ê biçin Qendîlê û ji rayedarên Qendîlê re naveroka hevdîtinê parve bikin."
3 SERNAVÊN GIRÎNG
Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd bo rêveçûna pêvajoyê 3 sernavan girîng pêşniyar kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya yekemîn; 'Guhertina qanûna Antî-terorê', ya duyemîn; 'Avakirina komîsyonan a ku mijarên ewlehî, jin, aborî û hûqûqê di nav xwe de dibarîne' û ya sêyemîn jî; 'Pratîkirin' e." Der barê sernavan de jî Buldan axivî û wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze ku girtiyên ku ji doza qirkirina siyasî hatine girtin bê berdan û rêya siyasetê ya li pêşiya rayedarên Qendîlê jî bê rakirin daxwaz dike û ji bo wê jî pêşniyara guhertina 'qanûna Antî-terorê' dike. Di ser nava duyemîn de jî ya 'Avakirina komîsyonan' de birêz Ocalan jixwe di hevdîtinên çûyî de qala 8 komîsyonên girîng kiribû û xwestibû ku ev bên qanûnkirin. Ji xwe di nava vê komîsyonê de pirsgirêka ewlehî, jin, aborî û huquqê heye. Di ser nava sêyemîn de jî birêz Ocalan pêşniyar dike ku wekî Komîsyona Heqîqetê, lijneyeke şopandinê bê avakirin.
KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ
Buldan diyar kir ku ger ku xitimînek çê bibe wê komisyona şopandinê bikeve dewrê û wiha got: " Ger ku xitimînek çêbike wê komisyona şopandinê bi nirxîne û ji bo pirsgirêk derbaz bibe nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike. Beriya niha jî gelek caran behsa vê yekê kirbû birêz Ocalan û xwestibû ev komisyonên bivî awayî bên avakirin." Buldan bal kişand ser girîngiya komisyona şopandinê û ev tişt got: " Çêkirina bendavan HES û qereqolan didome. Yên ku bikare didemê de vana bişopîne ev komisyone û ji raya giştî re parve bike û vê pirsgirêkê çareser bike." Buldan da zanîn ku ev hersê sernav girîngin û pêvajo li ser van her sê navan birêve diçe. Ev hersê ser navên ku ji aliyê Ocalan ve hatin destnîşan kirin got divê biawayekî hevseng birêve biçin û wiha got: "Hemû bi awayekî hevbeş bi hev re girêdayîne. Yek ji yekê nayê ji hev qut kirin."
'DIVÊ DI NAVA DIYALOGÊ DE BIN'
Buldan destnîşan kir ku divê ku li gel parêzer, malbatê jî her wiha Rêxistinên Civakên Sivîl jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikarin ku hevdîtinê pêk bînin. Buldan diyar kir ku piştî ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine 20 deqe hevdîtin li gel girtiyên li girtîgeha Îmraliyêne jî pêk anîne û wiha pêde çû: " Me 5 girtiyên ku li gel birêz Ocalanin jî ziyaret kirin. Me bi awayekî giştî hevdîtin pêk anî. Bi giştî rewşa tenduristiya wan başe."
'DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN'
Buldan bi lêv kir ku her dema em diçin hevdîtinê birêz Ocalan hem li ser Tirkiyeyê hem jî ser Rojhilata Navîn nirxandinên girîng dike û herî dawî ev tişt got: " Em dixwazin bi taybetî divê pêvajoyê de birêz Ocalan derbazî rewşekî stratejîk bê kirin. Pêvajoyek nû hat destpêkirin ji bo name jî aktorê serekeyê vê muzakereyê birêz Ocalan e. Divê ku hertim hevdîtin li gel Ocalan bên kirin. Divê ku Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Nivîskar, Akademisyen, Berdevkên Komisyonan, Aktivîstên jin bikarin hevdîtinê li gel birêz Ocalan bikin." Buldan diyar kir ku bi taybet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silavê xwe girtîgeha Maraş, Elbîstan û hemû girtiyan û silavên xweyên taybet jî li jinan kiriye.