‘Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye’
‘Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye’
‘Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye’
BDP'a Îdirê ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û wiha got: "Divê AKP ji bîr neke ku birêz Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye."
BDP'a Îdirê ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya BDP'a Îdirê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek welatî, endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Rahşan Engîn, serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdirê Mehmet Anar, wekîlê şaredarê Îdirê Huseyîn Malk, şaredarê Halfeliyê Omer Aksu, serokê Meclisa Bajar ya Giştî Cengîz Savaş, rêvebirên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê yên BDP'î tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdirê Mehmet Anar, balkişand ser tenduristiya Ocalan û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji sala 2011'an ji vir ve bi awayekî keyfî hevdîtina parêzeran ya bi birêz Ocalan re asteng dike û rewşa tenduristiya Ocalan ya demên dawî me dixe nav fikaran. Divê demildest heyeteke doktoran ya serbixwe biçe Îmraliyê. Divê AKP ji bîr neke ku birêz Ocalan mîmarê pêvajoya aştiyê ye.
Anar êrîşên çeteyan yên li hember gelê Rojava pêk tên, şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên ku li hember gelê Rojava pêk tên şermezar dikin." Anar bang li AKP'ê kir ku demildest deriyê sînor vekin. Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma 'Gelê Rojava tenê nîne' qîr kiri