Ocalan: Pêngava yekemîn di 15'ê Cotmehê de xelas bûye
Ocalan: Pêngava yekemîn di 15'ê Cotmehê de xelas bûye
Ocalan: Pêngava yekemîn di 15'ê Cotmehê de xelas bûye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan, diyar kir ku pêngava yekemîn a çareseriyê di 15'ê Cotmehê de xelas bûye.
Birayê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û birayê Cumalî Karsû Mehmet Hanîfî Karsu ji bo biçin Girava Îmraliyê, danê sibê hatin Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê.
Mehmet Ocalan û Hanîfî Karsû piştî kar û barên li Fermandariya Jendermeyan, ji bo biçin Girava Îmraliyê çûn Bendergeha Gemportê. Malbat ji wir ji çûn Îmraliyê û piştî hevdîtina li Îmraliyê pêk anîn vegeriyan.
Mehmet Ocalan di vegerê de li Gemlîkê daxuyanî da. Mehmet Ocalan, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: "Hefteyek berê Wekîl hatin Îmraliyê. Ocalan tekildarî pêvajoyê hin tişt ji wan re got. Em jî dakarin ji were wiha bêjin: "Ocalan got 'Pêvajoya salekê ya çareseriyê di 15'ê cotmehê de bi dawî bûye.' Ji xwe me hevdîtina malbatî kir. Hûn van pirsan ji kesên pêvajoye dimeşînin bipirsin baştir dibe. Lê tenê me dikarin bêjin Ocalan got gava duyemîn nizanim."
Mehmet Ocalan, li ser pirsa rojnamegerekî a 'Ocalan pêşketina pêvajoyê çawa dinirxîne?" jî bersivand û wiha got: "Ocalan anî ziman ku ji ber salek e leşker û gerîlla namirin kêfxweş e. Got ji niha û şûnde pêvajo çawa bimeşe jî ew nizane. Ocalan, da zanin ku birayê wî Ocalan gotiye pêngava yekemîn a çareseriyê di 15'ê Cotmehê de bi dawî bûye."