Ocalan: Zehmet e pêvajo bi yekalî bimeşe

Ocalan: Zehmet e pêvajo bi yekalî bimeşe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da xuyakirin ku zehmet e pêvajo bi yekalî bimeşe û got, "Divê pêşî li min bê vekirin. Eger ev neyê kirin, tiştên ez dikarim bikim ewqas in." Ocalan der barê hilbijartinên herêmî de axivî û ji bo şaredariyan pergala hevserokatiyê pêşniyar kir.

Birayê Rêberê Gelê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan detayên hevdîtina duh a bi birayê xwer e ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re vegot. Mehmet Ocalan diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de hem pêvajoya "çareseriya demokratîk" hem jî hilbijartinên herêmî yên nêz dibin nirxandiye û anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e û destnîşan kiriye ku eger der barê pêvajoyê de pêşî li wî neyê vekirin, ew dikare xwe vekişîne.

Mehmet Ocalan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku eger heyetên dewlet û BDP'ê bên gel wî, ewê hemû nêrînên xwe yên der barê pêvajoyê de di 15'ê Cotmehê de aşkera bike. Mehmet Ocalan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd der barê "pakêta demokratîkbûyînê" ya Serokwezîr Erdogan hefteya bihurî aşkera kir de got, "Di amakirina vê pakêtê de jî, di dema amadebûna wê de jî, ti pêwendiyek bi me re çê nebû. Pakêt ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatiye amadekirin. Pêwendiya xwe bi me re nîne. Hikûmetê pakêt amade kiriye û aşkera kiriye. Pakêt li derveyî min e."

EZÊ DI 15'Ê COTMEHÊ DE NÊRÎNÊN XWE AŞKERA BIKIM

Mehmet Ocalan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd diyar kiriye ku eger pêşî li wî neyê vekirin dibe ku ew xwe vekişîne û got, "Ev 8-9 meh in di warê wicdanî de em rehet in. Di vê demê de mirina leşkeran û gerîla rû neda. Em ji vê kêfxweş in. Lê belê pêvajo ji roja destpêkê heta niha ve, bi dîtina me nemeşiyaye. Zehmet e ku pêvajo bi yekalî bimeşe. Divê dewlet û hikûmet pêşî li pêvajoyê veke. Ezê nêrînên xwe di 15'ê Cotmehê de aşkera bikim. Dibe ku di hefteyên pêş de heyeta dewletê, heyeta BDP'ê jî bê. Dema hatin ezê nêrînên xwe bi awayekî komkirî pêşkêşî wan bikim. Heta cihekî hêza mirovan heye. Ez jî dikarim heta 15'ê Cotmehê bimeşînim. Ji wê demê û pê ve, dê pêvajo bimeşe yan nemeşe, ew rewşeke derveyî min e. Ezê nêrînên xwe di 15'ê Cotmehê de aşkera bikim. Di pêvajoyê de pêşî li min nehat vekirin. Diviyabû pêşî li min vebûya. Diviyabû pêşketin hebûya. Eger pêşî li min neyê vekirin, ya ji destê min bê ewqas e. Eger bi vî rengî dewam bike, dibe ku ez xwe vekişînim. Piştre dê pêvajo ji ser kê ve bimeşe, wê nizanim. Eger wê dewam bike BDP heye, Qendîl heye."

DIVÊ ŞAREDARÎ BI PERGALA HEVSEROKATIYÊ BÊN RÊVEBIRIN

Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilbijartinên herêmî yên nêz dibin jî nirxandiye û diyar kir ku Ocalan di vê mijarê de gotiye, "Hin kesayet dikarin bimînin, lê belê ev pêvajo mîna ku gel jî dibêje, divê ji ser kes û şexsiyetan ve neyê meşandin. Divê Şaredarek an jî encumenekî şaredar bi tena serê xwe biryarê nede, divê biryar bi awayekî civakî bê dayîn. Pêwîste bingeh bi şêwaza komunal were rêxistinkirin. Divê gel Şaredariyan kontrol bike. Divê şaredarî ji bi pergala hevserokatiyê bê rêvebirin û ne li ser şexsiyetan, bi gel re were rêvebirin." 

Mehmet Ocalan herî dawî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd silav li tevahiya gel kiriye û got, "Silav ji tevahiya gelê me re şand." Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd gotiye, "Min hewl da her tim ji bo gelê me ya rast bikim. Em nikarin şaşiyan ti carî bikin. Divê gelê me di vî warî de piştrast be."