Di serê meha hezîranê de dema peywira Serdozgerê Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DNC) Luîs Moreno-Ocampo bi dawî û dema xatir xwest diyar kir ku ji bo wî ji vê xweştir tiştek nîne.
Moreno-Ocampo li NY’yê daxuyaniyek çapemeniyê da û got di nava vê mehê de pewyira xwe ya 9 salan temam dike. Ocampo dema ku ji DCN veqetiya pirsên rojnamegeran bersivan û got di cîhanê de ji bo wî ji vî karê xweştir kar tune bû. Ocampo got din ava 9 salan de bi rumeteke mezin ji DCN re xizmet kiriye.
Ocampo da zanÎn ku piştî dema wî ya peywirê temam bibe, dê biçe betlanê û got pişte jî dê der barê van mijaran de lêkolînên wî bidome. Ocampo ku hiqûqnasekî ji Arjantiniyê li ser pirsên der barê Sudanê de jî wiha got: “ DCN’ê der barê El-Beşîr de ji ber ku li Darfurê sûcê şer kiribû biryara girtinê da. Lê hêj El-Beşîr û 3 kesên Sûdanê nehatine girtin. Di vê mijarê de ez bangli Ocampo dikim ku bila bikevin nava tevgerê. Cihan diguhere. Hiqûqa jî diguhere. Divê El-Beşîr bê girtin. Di vê mijarê rayeya BMGK’ê heye. Dewlet dikarin ji bo el-Beşîr bê girtin operasyona bide dest pêkirin. Ger li hevkirinek hebe ev mijar di du rojan de çareser dibe. El-beşîr dê bê girtin.”