Ofog: Divê AKP gav biavêje, Ocalan serbest bê berdan

Ofog: Divê AKP gav biavêje, Ocalan serbest bê berdan

Rêxistina dijberê şer Ofog, ku li Swêdê weke aktîvîsta aştiyê û organîzetorê çalakiyên sivîl ên li dijî biçekbûyînê tê naskirin ragihand, ku PKK'ê bi agirbest û vekişîna gerîla re berpirsyariyên xwe bicih aniye, dora gavavêtinê ya Hikûmeta AKP'ê ye.

Berpirsyarê rêxistina Ofog Pelle Sunvinnson da xuyakirin ku ew par li gel rêveberê Ofog'ê Andrea Petersson çûye Bakurê Kurdistanê, Amedê û heyranî rêxistinbûyîn û têkoşîna Kurdan maye û got, "Em matmayî man ku me dîtin stratejiya me ya dijberiya şer li Kurdistanê di meriyetê de ye. Li gorî esasê stratejiya me, divê bi hêzên dagirker re hevkarî neyê kirin, saziyên alternatîf bên avakirin. Kurdan jî bi avakirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku mîna parlamentê ye, ev stratejiya me bi ser xistine."

Sunvinson da xuyakirin ku rêxistinbûyînên di nav de mirovên ji çîn, baweriyê cûda û hevzayend cih digirin gelekî kêm tên dîtin û got, "Em rastî rojnamevanên gelekî wêrek hatin. Tevî ku nizanin dema serê sibê diçin kar û êvarê vedigerin çi bê serê wan, bi biryardarî wezîfeyên xwe bicih tînin. Ji bo jîndarkirina zimanê Kurdan, wezîfeyên girîng girtine ser milê xwe."

Sunvinsson diyar kir ku dema ew li Kurdistanê bûn hînê pêvajoya aştiyê destpê nekiribû, lê astmosfereke bi vî rengî dihat hîskirin û destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Tirk li pêvajoyê hêviyên wan şikandiye. Sunvisson anî ziman ku tevî Erdogan û Hikûmeta AKP'ê dibêjin ew aştiyê dixwazin jî di pratîkê de gav neavêtine û piştî çalakiyên Gezî û Taksîmê yên meha Hezîranê helwesta xwe tundtir kirine.

Sunvinsson got, "Ji aliyekî ve dibêje; ez aştiyê dixwazim, lê li aliyê din Kurdistanê dikin qadeke leşkerî. Ev nakokiyeke. Ev helwest pêvajoya aştiyê dixe nava zehmetiyan" û taybetmendinên PKK û ANC yên dişin hev bi van gotinan anî ziman:

"Tevgera Neteweyî ya Kurd a li Tirkiyê û Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê ya li Başûrê Efrîkayê d, warê têkoşîn û rêxistinbûyîna têkoşînê de gelekî dişibin hev. Lîderê her du tevgeran jî li girtîgehê bûn. Niha lîderê ANC Mandela lehengek e, lê Ocalan hînê di girtîgehê de ye. Ez weke pasîfîstek li dijî têkoşîna çekdarî me. Lê belê ANC jî mîna PKK'ê têkoşîna çekdarî dimeşand. Niha rewş cuda ye. Ocalan da xuyakirin ku ewê êdî serî li têkoşîna çekdarî nede."

Sunvinsson diyar kir ku Ocalan li Kurdistanê şer rawestandiye û got, "Kurd êdî rizgariyê jî naxwazin. Xweseriyê dixwazin, dixwazin xwe bi xwe rêve bibin. Ev gelekî bi aqil û normal e. Divê der barê zimanê perwerdeyê, rêxistinbûyîna polîsan û rêveberiyê de, ew bi xwe biryarê bidin."

Sunvinsson destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.