Ok: Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike, Bakur û Rojava wê bibin yek

Ok: Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike, Bakur û Rojava wê bibin yek

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di destwerdaneke gengaz a li dijî Sûriyê de eger Tirkiye dest li Rojava werde wê 'rewşeke gelekî xetere' derkeve holê û got, "Eger dewleta Tirk dest li Rojava werde, Bakur û Rojava wê bibin yek, sînorê ji holê rabin û herdu şoreş wê bi hev re pêk werin."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê Sabrî Ok rewşa li Sûriyê, senaryoyên destwerdanê, hesabên hêzên navneteweyî û dewletên herêmê yên li ser Sûriyê ji ANF'ê re nirxand.

Sabrî Ok da xuyakirin ku Sûriye ketiye pêvajoyeke krîtîk û eger piştî destwerdanê hêzên mîna El Qaîdeyê li herêmê bibin serdest, wê li Sûriyê jî mîna Somalî û Efganîstanê pêvajoyek derkeve holê. Ok anî ziman ku şerê berjewendiyên hêzên hegemonîk û hêzên dewletperestiya neteweyî û alternatîfa demokratîk a gelan û vîna azad li Sûriyê li ber xwe didin û destnîşan kir ku di encama vê têkoşînê de statuya hêz û gelan a li Rojhilata Navîn a nû wê diyar bibe.

Ok ragihand ku di destwerdaneke gengaz a li Sûriyê de, cihê yekemîn ê Tirkiye dest lê werder wê Rojava be û got, "Eger dewleta Tirk dest li Rojava werde, Bakur û Rojava wê bibin yek, sînorê ji holê rabin û herdu şoreş wê bi hev re pêk werin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Sûriyê bûne girêk û got, "Ji ber vê yekê, rewş û pêşketinên li Sûriyê wê bi vî welatî re sînorkirî nemîne, dê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Sînorên modernîteya kapîtalîst xêz kirine û sîstema statuyên bi zorê li ser gelên Rojhilata Navîn ferz kiriye, êdî nameşe. Raperîna gel û baweriyan a li dijî vê rewşê derketiye asta herî bilind."

’STATUKOYA SEDSALA 20'AN TÊK DIÇE’

Ok diyar kir ku herêm bi awayekî giştî pêvajoyeke guherînê dijî û anî ziman ku li hemberî alternatîfa demokratîk a gelan ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî, hêzên hegemonîk ên navneteweyî û hêzên dewletperestiya neteweyî hewl didin herêmê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve ava bikin. Ok got, "Di sedsala 21. de dê Rojhilata Navîn bi çi rengî rêk û pêk bibe? Ji ber vê yekê ye ku hemû hêzên pêwendîdar tevlî pêvajoyê dibin. Rojhilata Navîn herêmeke dewlemend û stratejîk e. Di warê dîrokî û rojane de pirsgirêkên xwe yên civakî, bawerî, mezhebî, sosyolojîk hene. Eger gelên Rojhilata Navîn karibin bi vîna xwe ya cewherî pêşeroja xwe ya azad û demokratîk ava bikin, wê mîna demên berê niha jî karibe ji mirovahiyê re pêşengiyê bike. Xwedî vê dewlemendî û hêzê ye. Hêzên hegemonîk ên navneteweyî û hêzên dewletperestiya neteweyî, li dijî vê bûne yek. Armanca wan a hevpar ewe ku vîna azad û demokratîk a gelan bişkînin û li gorî berjewendiyên xwe pêşerojekê ava bikin. Ji ber vê yekê, têkoşîna tê dayîn gelekî berfireh e û pêşeroja Rojhilata Navîn jî bi vê têkoşînê ve girêdayî ye. Eger gel û bawerî karibin li ser bingeha têgihiştina xwe ya azad û biratiyê, sîstemeke demokratîk ava bikin, wê hêzên dewletperestiya neteweyî û hêzên hegemonîk ên navneteweyî negihêjin armanca xwe."

‘HESABÊN DI SER ŞER DE TÊN KIRIN’

Sabrî Ok ragihand ku hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin bi şerkirinê bawerî û gelên Sûriyê qels bikin û bi vî rengî jî weke hêzeke rizgariyê xwe nîşanî wan bidin û got, "Hejîna statukoya heyî ya li Sûriyê bi kêrî hin hêzan tê, her weha hin hêz jî ji vê rewşê ne razî ne." Ok di vê mijarê de weha peyiv:

"Rojhilata Navîn bi dewlemendiyên xwe re balê dikşîne. Li gel dewlemendiya xwe ya petrol û avê, xwedî potansiyela çandiniyê ye. Yek ji sedemên bingehîn ên têkoşîna navbera YE-DYE û Rûsya-Çîn a li ser Rojhilata Navîn bi taybetî jî li ser Sûriyê ev e. Hestiyariya Îranê jî cûda ye. Tevgerên gelan ên ji Bakurê Efrîkayê destpê kir û li Rojhilata Navîn li dijî sîstemên olîgarîşk deng veda, piştî tasfiyeya Sûriyê wê li Îranê têkeve rojevê. Ji bo bi derengî dor were wê, hewl dide rejîma Sûriyê li ser piyan bihêle. Ji ber vê yekê jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide rejîmê. Bêguman têkiliya Şîa-Elewî jî sedemeke girîng e. Pevçûn mixabin li ser bingeha mezhebî rû didin. Ev gelekî xetere ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin bi van şeran gelan qels bike û bi vî rengî jî xwe mîna hêza rizgariyê nîşanî wan bidin.

Guhertina statuya heyî ya li Sûriyê hin hêzan bêzar dike, di heman demê de li gorî berjewendiya hin hêzan e. Mînak; deriyê yekane yê Rûsyayê li Rojhilata Navîn, Derya Spî vedibe Sûriye ye. Eger vî derî winda bike, wê ti giranî û însiyatîfa xwe li ser Rojhilata Navîn nemîne. Çîn jî naxwaze li ser Rojhilata Navîn bi tenê DYE û Ewropa serdest be. Îran jî hebûna rejîma heyî, ji bo pêşeroja xwe gelekî girîng dibîne. Tirkiye dixwaze li Sûriyê deshilatdariyek nêzî AKP û Gulen a xwe dispêre mezheba Nakşî-Sunnî were avakirin."

‘NE REJÎM NE JÎ MÛXALEFET PÎR Û PAK IN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok îdîayên li Sûriyê çekên kîmyewî hatine bikaranîn nixand û diyar kir ku bi alîkariya Tirkiyê çekên kîmyewî ketine destê mûxalîfan û got, "Mûxalefeta li Sûriyê jî ne pîr û pak e. Em nizanin ka çekên kîmyewî mûxalefetê yan jî rejîmê bikar aniye. Lê em dizanin ku bi alîkariya Tirkiyê çekên bi vî rengî ketiye destê mûxalefetê. Ji ber vê yekê mûxalefeta li Sûriyê jî ne pîr û pak e. Xwedî ti pîvanên exlaqî nîne. Komkujiyên El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê û komên bi van ve girêdayî, vê rastiyê radixe ber çavan.

Lewma gelekî gengaz e ku mûxalefeteke bi vî rengî serî li her rêbazên derveyî mirovahiyê bide. Dibe ku rejîmê jî serî li çekên kîmyewî dabe. Em ji Helebçeyê baş dizanin ku kevneşopiya Baasê ji komkujiyên bi vî rengî ne xerîb e."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de weha peyivî: "Li gel hêzên navneteweyî welatên herêmê, di serî de Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar gelek hêz piştgiriyê didin mûxalefeta li Sûriyê. Bi heman rengî cih li rejîmê teng dibe û ji bo xwe biparêze dikare her tiştî bike. Lê belê ev yek jî hehe: Beriya destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li Iraqê, senaryoyên bi vî rengî hebûn. Bi îdîaya ku di destê Saddam da çeka kîmyewî heye dest lê werdan. Lê belê DYE nekarî ti carî van îdîayên xwe piştrast bike. Di encamê de jî bi milyonan Iraqiyan jiyana xwe ji dest dan."

SENARYOYÊN DESTWERDANEKE GENGAZ

Sabrî Ok alternatîfên destwerdaneke gengaz li Sûriyê û encamên gengaz ên vê destwrdanê jî nirxand û diyar kir ku li gorî çarçoveya destwerdanê gelek alternatîf dikarin derkevin holê û got, "Rejîm, mîna beriya niha kir, dikare dîsa herkesî matmayî bihêle û temenê xwe dirêj bike. Yan jî Sûriye dikare ji herêma Elewiyan a Laskiye, herêma Suniyan a navîn û Rojavayê Kurdistanê, bibe sê parçe. Yan jî dibe ku destwerdana ku di rojevê de ye, qet nebe. Ev hemû îhtimal gengaz in. DYE dabû xuyakirin ku eger Sûriye yan jî dewleteke din çeka kîmyewî bikar bîne ewê dest lê werde. Serkêşiya destwerdanê DYE, Fransa, Îngilîstan, Elmanya, welatên din ên Rojavayî, li Rojhilata Navîn Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar dikşînin. Êrîşeke bi vî rengî were kirin wê ne ji bo têkbirina rejîma Esad, ji bo qelskirina wê bê kirin. Eger piştî destwerdanê El Qaîde bicih bibe, hingî Sûriye jî wê bibe mîna Efganîstan û Somalî û DYE nikare ji binê vê rewşê rabe. Ji ber vê yekê eger bê kirin, wê êrîş sînorkirî be. Bandora êrîşeke bi vî rengî ya li ser herêmê wê çê bibe. Îran jî dibêje ewê dest lê werde. Dibêje ewê êrîşî Îsraîlê bike. Dîsa Sûriye jî dibêje ewê xwe biparêze. Gelek welatên herêmê di menzîla fuzeyên wê de ne. Rûsya û Çîn li pêşberî êrîşeke weha ne razî ne."

‘DESTWERDANEK LI ROJAVA WÊ BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ BIKE’

Ok da xuyakirin ku şoreşa Rojava moral û coşeke mezin dide tevahiya KUrdan û got, "Şoreşa Rojava di heman demê de berpirsyariyên Kurdan tîne bîra wan. Şoreşa Rojava şoreşa tevahiya gelê me ye. Divê moral û piştgirî di asta herî bilind de bê dayîn. Divê derfetên aborî, tenduristî û hwd. bên seferberkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di rewşeke li Rojava gelê Kurd şoreşa bi hêza cewherî dijî de, 20 milyon Kurdên li Bakur wê jiyaneke bênasname, bêmaf û çandeke qedexekirî qebûl neke û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber vê yekê dixwaze pêşî li şoreşa Rojava bigire û statuya Kurdan asteng bike.

Ok axaftina xwe di vî warî de weha dewam kir: "Daxwaza ewçend xurt a dewleta Tirk ji bo destwerdana li Sûriyê, ji ber vê sedemê ye. Piştî destwerdanê, weke hêzeke xwedî mafê gotinê dixwaze deshilatdariyeke Sunî ya nêzî xwe ava bike. Ev nêzîkatî di genên hêzên ji kevneşopiya împaratoriyê tê de heye. Dagirkirin û xwedî mafê axaftinê! Desteka AKP'ê ji bo El Nûsra jî ji ber vê yekê ye. Bi awayekî vekirî xwedî lê dernakeve, lê dinya alem, gelê me yê li Rojava û tevgera me vê baş dizane ku AKP di asteke bilind de piştgiriyê dide El Nûsra. Dewleta Tirk bi rêyên hewayî endamên El Nûsra dibe û tîne. Çek û muhîmmatan dide çeteyan. Çeteyên di şerê bi YPG'ê re birîndar dibin li Hatay, Wêranşar û Dîlokê derman dike. Du sedemên vê hene: Ya yekemîn pêşîgirtina statuyeke Kurdan li Rojava, qelsklirina Kurdan. Ya duyemîn piştî Esad bi rêya El Nûsra deshilatdariyê ava bike. Piştî ku mûxalefet li dijî rejîmê paşve ket, bi taybetî di nava du mehên dawî de şer birin Kurdistanê."

Sabrî Ok ragihand ku Tirkiye îro berê çekên xwe zîvirandiye Rojava û di destwerdaneke gengaz a li Sûriyê de ewê jî destpêkê êrîşî Rojava bike û got, "Evê bibe rewşeke gelekî xetere. Di rewşeke bi vî rengî de divê tevahiya gelê Kurd bi yekvicûd rabe ser piayn. Eger rewşeke bi vî rengî biqewime; gelê me wê şoreşa Rojava û Bakur bike yek. Divê bi vî rengî ti sînoran nas neke û bi hev re têbikoşin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok herî dawî got, "Eger Tirkiye 20 milyon Kurd û şoreşger û demokratên li Tirkiyê ji nedîtî ve were û bêje ezê êrîşî Rojava bikim û teslîm bigirim, hingî wê şoreşa bakur bi pêş bikeve. Ev yek tê wateya, yekbûna şoreşa Rojava û Bakur. Di navberê de wê ti sînor nemînin. Gelê me yê li Rojava şoreş kir, ji vê venagere. Çi dibe bila bibe, divê gelê me şoreşê biparêze."