Oldar: Ên ji zulmê re bêdeng dimînin hevparê zulmê ne

Oldar: Ên ji zulmê re bêdeng dimînin hevparê zulmê ne

Meleyên endamên DÎAYDER'ê, nerazîbûn nîşanî helwesta komên çete yên ji bo qetilkirina Kurdan banga fetwayê didin û dan xuyakirin ku kesên hinekî îman di dilê wan de divê li hemberî zulmê bêdeng nemînin û yên li hemberî zulmê bêdeng dimînin hevparên zulma ku tên kirine.

Meleyên endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Oldaran (DÎAYDER), nerazîbûn û bertek dan fetwayên komên çete yên girêdayî El Nusra ku di mizgeftan de li hemberî Kurdan bi hefteyan e fetwayên qetlîaman didin. Huseyîn Eker ê endamê DÎAYDER û di heman demê de nivîskar e, da xuyakirin ku di ola Îslamê de cihê qetlîaman nîn e û wiha berdewam kir: "Mirovên ne ji ola Îslamê jî di navbera xwe de peymanek çêdikirin da ku zerarê nedin hevdu. Eger peymanek jî çêkiribana me yê parastina xwe çêkiriba. Tevayî şerên Îslamê ji bo heq û huqûqê ne. Ne ji bo êrîşan e. Pêxemberê me û paşê eshabe, tu carî êrîşî kesekî nekirin. Qetlîam nekirine.” Eker, da zanîn ku Kurd mecbûr in li hemberî çeteyan xwe biparêzin.

Mele Hadî Koç jî got, "Cihê kesên ku zorbekarî, zulm, qetilkirin, tecawizan dike di Îslamê de nîn e.” Koç, destnîşan kir ku kesên ku di dilê wan de kêmek îman jî hebe divê li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin. Koç, her wiha got ku kesên li hemberî zulmê bêdeng dimînin hevparê zulmê ne

'ÇETEYÊN KU KES NIZANE ÇI NE QETIL DIKIN'

Mele Mehmet Gozetîcî jî, da xuyakirin ku hin komên çete ji têgînên Îslamî nav li xwe kirine û got, "Tu pêwendiyên wan çeteyan bi Îslamê re nîn e. Ev çeteyên ku kes nizane çi ne û ji ku derê hatine tên gelê me yê Rojava qetil dikin. Ji dûr û nêzîk û eleqeta wan bi Îslamê re nîn e.”