Oldar li Qendîlê bi Cemîl Bayik re rûniştin

Oldar li Qendîlê bi Cemîl Bayik re rûniştin

Li ser vexwendina Komîteya Hindikayî û Baweriyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji Başûrê Kurdistanê bajarên Silêmaniye, Ranya, Sengeserî, Çoman, Qeledizê, Diyana, Jarava, Qesre, Wargeha Şehîd Rustem û Kerkukê, bi giştî 83 oldarên Kurd bi Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anîn.

Oldarên ku di nav de oldarên navdar ên Başûrê Kurdistanê Nadir Elî, Yasîn Hekîm Necmettîn, Abdûllah Zengil, Hekîm Çoman, Şêx Mûhammed Besteyî, Levent Gilalî, Abdulkerîm Necmettîn, Mela Tofîq, Alaattîn Sengeserî, Şaredarê Qendîlê Şêx Omer û Mûhammed Abdûllah jî hebûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik ve hatin pêşwazîkirin.

Oldarên ku li Qendîlê hatin cem hev, li mizgefteke gund nimêja xwe kirin û piştre bi endamên Komîteya Hindikayî û Baweriyê ya KCK'ê û Bayik re hevdîtin pêk anîn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevditînê de axivî û destpêkê xêrhatin û spasiya oldaran kirin ku li ser vexwendina wan hatine. Bayik da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide xebatên Melayan û ji ber xebatên wan spasiyên xwe pêşkêşî wan dike û axaftina xwe weha dewam kir: "Silavên Rêber Apo li we hebû. Haya wî ji xebatên we heye. Bi taybetî jî we ji îmzeyên ji bo azadiya Rêber Apo re pêşengî kirin. Kampanyayên we hene ji bo gelê Rojava. Tevî van, hûn derketin serê çiyê û hatin serdana hêzên me yên gerîla yên ji bakur vekişiyane. Haya Rêber Apo ji van hemû karê we heye. Ji ber vê yekê gelek silavên Rêber Apo li we hebû û xebatên we pîroz dibîne. Dixwaze hûn xebatên xwe dewam bikin."

KCK'ê da xuyakirin ku oldar wicdan, exlaq û rewşenbîrên civakê ne û bendewariyên xwe yên ji oldaran weha anî ziman: "Divê oldarên me xwe bi xurtî birêxistin bikin. Pêwîste hûn xebatên xwe bi awayekî rêxistinbûyî bimeşînin. Karê hûn dikin gelekî bi qîmet û nirx e. Rexne û pêşniyarên hûnê ji bo me bikin, ji bo me gelekî girîng in û wê hêzê bidin me. Ji ber vê yekê, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em her tim dixwazin, nêrîn, pêşniyar û rexneyên oldarên Kurd bigirin. Kêmasiyên li nava civakê dibe ku hûn beriya me pê bi hesin û bi me re parve bikin. Hemû xebatên em li vê derê dimeşînin, ji bo civak û mirovahiyê ne. Weke oldar hûn jî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê karekî pîroz dimeşînin. Eger şoreşgerên Kurd û oldarên Kurd werin cem hev û bi hev re bixebitin, wê Kurdistan azad bibe. Rêya azadî û serketinê bi vî rengî ye. Eger yekitî hebe, tiştekî neyê kirin nîne."

Bayik bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina statuyê û got, "Divê her Kurdek cihê xwe di nava vê şoreşê de bigire."

DEWLETA TIRK BI BIRYAREKE DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk a bi Newroza 2013'an re ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve destpêkirin û asta heyî ya pêvajoyê nirxand û got, "Ji Osmaniyan heta roja îro, ji ti miletan re maf nehatiye dayîn. Yên ku mafên xwe xwestine, mafên wan nehatine dayîn di ser de jî rastî komkujiyan hatine. Heta roja îro ji bo çareseriyê li nava dewleta Tirk tiştekî mîna îro derneketiye holê û eger çareserî bibe, ev yek wê di dîroka dewleta Tirk de bibe tiştekî nû."

Bayik di dewama axaftina xwe de got, "Tirkiye di siyaseta Rojhilata Navîn de êdî xwedî roleke mezin nîne, di rewşeke lawaz de ye. DYE heta niha bi awayekî bê serî û binî derfet da dewleta Tirk. Erdogan niha di nava tirseke mezin de ye. Bi fikare ku darbeyeke leşkerî ya mîna li Mûrsî hat kirin, lê were kirin. Hikûmeta AKP bi awayekî yekalî pakêtek amade kir. Der heqê naveroka pakêtê de ti agahiyeke me nîne. Heta 1'ê Îlonê divê hikûmet gavên cidî biavêje. Hûnê der barê mijara çareseriyê de gavan biavêjin an na? Divê em vê zanibin. Daxwaza hevbeş a her kesî ji pêvajoya çareseriyê ev e. Heyeta Aqilmendan encamên serdana xwe ya li nava gel kir rapor û pêşkêşî hikûmetê kir. Hikûmetê rapor wergirt, lê ti plansaziyeke wê xuya nekir. Heta niha ji bo bersivdayîna rapor, tiştek nehatiye kirin. Yê ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ye. Gelên Tirkiyê alîgirên çareseriya pirsgirêkê ne, lê nêzîkatiyeke bi vî rengî ya hikûmetê nîne. Ya rast, dewleta Tirk naxwaze parçeyeke biçûk ê kevir jî bide. Eger îro hin gav hatibin avêtin, ev hemû encama têkoşîna hatiye dayîn e."

Bayik bal kişand ser komkujî û êrîşên Eniya El Nûsra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û ev nirxandin kir: "Erdogan û Eniya El Nûsra îdîa dikin ku ew Misliman in. Hûn wezîfe û ferzên ola Îslamê ji min çêtir dizanin. Hûn ji min baştir dizanin ka mirovekî Misliman divê çawa bijî û pirsgirêkan bi çi rengî binirxîne. Îslamiyet zilmê qebûl nake, Îslamiyet civakîbûnê qebûl dike. Îslamiye bê exlaqî û neheqiyê qebûl nake. Îslamiyet edalet û wekhevî ye. Rastiy Îslamiyetê ev e. Lewma çi eleqeya van bi Îslamiyetê re nîne. Lê belê li ser navê Îslamiyetê diaxivin û bi pêkanînên xwe re zerareke mezin didin Îslamiyetê. Eger bi rastÎ ev ji xwe re ola Îslamê esas digirin û Misliman in, hingî divê vê neheqiyê li Kurdan nekin. Eger Mislimanbûna, wê serê mirovan jênekira. Malên wan talan nekira. Li ser navê Îslamiyetê fetwa tên dayîn. Dibêjin "Can, mal û jinên Kurdan helal in." Îslamiyet li dijî vê ye. Ev tiştên ku bi navê Îslamiyetê tên kirin, nayên qebûlkirin."

KONGREYA NETEWEYÎ XEWNA SED SALAN A KURDAN E

Bayik da xuyakirin ku Kongreya Neteweyî xewn û xeyala sed salan a gelê Kurd û ev kongre ne li ser daxwazên dewletên cûda, yekser di çarçoveya daxwazên gelê Kurd de pêk tê û destnîşan kir ku di vî warî de rolên girîng dikevin ser milê oldaran. Bayik der barê kongreya netewî de weha peyivî: "Divê Kongreya Neteweyî meclîsa xwe ava bike. Pêwîste pergala Hevserokatiyê ya dorveger hebe. Emê bi vê kongreyê re pirsgirêkên li nava Kurdan çareser bikin. Emê yekitiya Kurdan ava bikin. Xewn, xeyal û hêviyên Kurdan wê bi vê kongreyê re pêk werin. Hin dewlet dixwazin em vê kongreyê di çarçoveya daxwazên wan de lidar bixin. Kongre ne ji bo daxwazên hêzên derve, yekser di çarçoveya daxwazên gelê Kurd de pêk tê. Dewleta Tirk naxwaze Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were. Naxwazin xeyala sed salan a Kurdan bibe rastî. Eger Kurd li dijî van hêzan rawestin, wê encameke serketî bi dest bixin. Divê Kurd ji xwe bawer û piştrast be. Emê di vê kongreyê de yekitiya Kurdan biafirînin. Di vê mijarê de wezîfeyên mezin dikevin ser milê oldar û melayan. Pêwîste oldarên me ji gelê me re pêşengiyê bikin."

Bayik bal kişand ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku divê hemû partî bi awayekî azad karibin tevlî hilbijartinan bibin û siyaseteke demokratîk esas were girtin û got, "Xizmeta ji gel re bi vî rengî dibe. Eger bersiv ji daxwazên gel re were dayîn, hingî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê wê serketî bin. Li Iraqê tê xwestin şerê Sunî Şîa bê derxistin, ev gelekî xetere ye, divê em destûra vê yekê nedin. Di Îslamiyetê de parçebûyîn nabe. Divê hûn ji bo çar parçeyên Kurdistanê bixebitin û yekitiya Kurdan saz bikin. Eger oldarên me li Kurdistanê rola xwe bileyzin, ez bawerim ku kes wê nikaribe bi Kurdan bileyze. Ti mirovek bê ol û baweriyê nikare bijî. Netewebûyîn û ol, hevdu temam dikin."

Piştî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, Mela Kerîm mafê axaftinê wergirt û ji ber vexwendin û derfetên vê hevdîtinê spasiyên xwe pêşkêş kir. Mele Kerîm da xuyakirin ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî komployan hatiye û destnîşan kir ku bawerî bi dewleta Tirk nabe lewma ji KCK'ê xwest ku bi dîqet û baldarî tevbigere. Mele Kerîm diyar kir ku PKK tevgereke xurt e û ji hêzên gerîla xwest ku gelê Rojava yê di binê êrîşan de ye, biparêze.

Mele Yasîn diyar kir ku gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê bûye xwedî statu, lê her sê parçeyên din hînê ne xwedî statu ne, ji ber vê yekê jî divê oldar ji bo azadiya her sê parçeyên din û bi destxistina statuyê, bi hev re têbikoşin.

Mele Alaaddîn da xuyakirin ku ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihêje azadiya xwe, nêrîn û yekitiya neteweyî şert e û destnîşan kir ku divê bi taybetî Kurd li dijî hev şer nekin.

Mele Mûhammed jî da xuyakirin ku gava ew niha diavêjin, herçend dereng be jî girîng e û anî ziman ku PKK xwedî nêrîneke pak e. Mele Mûhammed anî ziman ku dijminên gelê Kurd ol ji bo berjewendiyên xwe bi nebaşî bikar tînin, ciwanên Kurd li dijî Kurdan didin şerkirin, hin oldar jî ji bo polîtîkayên dijmin dixebitin, divê oldarên rastîn li hemberî vê têbikoşin û pêwîste di demeke herî kurt de bi beşdariya hemû oldarên ji çar parçeyên Kurdistanê konferansek bê lidarxistin.

Mele Levent jî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û diyar kir ku koçberî li ser gelê li Rojava tê ferzkirin û ev yek beriya niha li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin û got, "Di şûna Kurdên hatin kuştin û koçberkrin, Ereb hatin bicihkirin. Heman siyaset niha li Rojava tê meşandin, divê pêşî li vê polîtîkayê bê anîn."

Mele Nadir Elî jî da xuyakirin ku di kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, milyonek îmze hatine berhevkirin û gelê Başûrê Kurdistanê di mijara azadiya Ocalan û alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re, xwedî hesta berpiryariyê ye. Mele Nadir Elî girtina deriyê sînor ê Sêmalka rexne kir û got, "Hikûmeta herêmê ya deriyên me yên sînor li gelê me digire, sînorê xwe li dijminan vedike." Mele Nadir Elî xwest di kongreya neteweyî de komîsyonek ji oldaran were avakirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik piştî nêrîn û pêşniyarên oldaran girt, herî dawî ev nirxandin kir: "Emê li cem gelê xwe yê Rojava bin. Heta niha nêzî hezar û pêncsed hevalên me yên ji Rojava, li Bakur û Başûrê Kurdistanê şehîd ketin. Tevgera PKK'ê ne tevgereke bi tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê ye. Di xizmeta tevahiya Kurdan de ye. Mîna li her derê, divê li Kurdistanê jî tevger û partiyên cûda hebin, ev pêwistiyeke demokrasiyê ye. Lê belê hêza leşkerî divê hêzeke neteweyî be."