Oldaran kiryar û fetwayên çeteyan şermezar kirin
Oldaran kiryar û fetwayên çeteyan şermezar kirin
Oldaran kiryar û fetwayên çeteyan şermezar kirin
Oldar û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarokê Çilaxe destnîşan kirin ku êrîş û fetwayên komên çete yên dewleta Îslamê ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra yên wekî helalkirina kuştina Kurdan û talankirina malên wan li dijî hemû olan e.
Oldar û nûnerên TEV-DEM li Mala Gel a bajarokê Çilaxe civînek li dar xistin. Di civînê de êrîşên çeteyên Dewleta Îslamê ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra nirxandin û di encama civînê de daxuyaniyek hevbeş weşandin û diyar kirin ku fetwayên wekî helalkirina kuştina Kurdan û talankirina malên wan li dijî hemû olan e.
Di civînê de meleyê mizgefta bajêr Mihemed Şêxo jî axivî û diyar kir ku kiryar û fetwayên komên çete dûrî exlaqên ola Îslamê ne. Ji aliyekî ev komên çete, ji aliyekî din ve rejîma Sûriyeyê hewl dide ku jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê têk bibe.