Oldaran nerazîbûn nîşanî çeteyan dan

Oldaran nerazîbûn nîşanî çeteyan dan

Êrîşa çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd ê li Rojava, li nerazîbûna tund a oldarên li Bakur û Tirkiyê rast hat. Rêxistinên civakî yên sivîl ên oldaran gotin, "Li ser navê Îslamê êrîşî sivîlan dikin û em wan hawaleyî edaleta Xwedê û wijdana mirovahiyê dikin."

Li Amedê saziyên oldaran ji bo êrîşên çeteyan ên li hember gelê Rojava şermezar bikin, li Cemiyeta Rojnamegeran ya Başûr Rojhilat daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Însiyatîfa Azadiyê, Komeleya Oldaran a Piştevaniyê, Weqfa Med-Zehra, Komeleya Nûbihar, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, MAZLUM-DER, Komîsyona Baweriyê ya Amedê, Platforma Aştiyê ya Zeytîndali, Ufuk-Der, Tevgera Îslamî ya Gel, DÎAY-DER'ê tevli daxuyaniyê bûn. 

Li ser navê girseyê cîgirê Kordînatorê Însiyatîfa Azadiyê Muammer Akar daxuyanî xwend û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li hember komkujiyê bêdeng nemînin û wiha got: "Li ser navê Îslamê êrîşî sivîlan dikin û em wan hawaleyî edaleta Xwedê û wijdana mirovahiyê dikin. Gelê mazlum ê Kurd bi dehan sal in di bin zilma dewleta Sûriyeyê de dijîn û mafê Kurdan heye ku azadiya xwe bi dest bixin. Divê hemû gelên cîran li hember daxwaza Kurdan rêzdar bin." 

Akar xwest êrîşên ku li hember Rojava pêk tên demildest rawestin û daxwazên saziyên oldar wiha rêz kir; meşrûtiyeta yên ku piştgiriyê didin van êrîşan tê lêpirsînkirin, em bang li qada navneteweyî dikin ku bila ambargoya li hember Rojava bê rakirin, bila Tirkiye der barê piştgiriyên ku dide çeteyan daxuyanî bide, bang li mazlumên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û ji bo Rojava dia bikin.

Endamên Komemeya Piştevanî û Piştgiriya Oldaran ya Îzmîrê (ÎDAY-DER) ji bo êrîşên çeteyan ya li hember Rojava pêk tên şermezar bikin li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê ÎDAY-DER'ê Mele Mahmut Taniş, rêveberên komeleyê Mele Mehmet Dogan, Mele Ferzende Denîz û Mele Abdurrahman Dayan tevlî daxuyaniyê bûn. Mele Mehmet Dogan anî ziman ku ti eleqeya êrîşên çeteyan bi Îslamiyetê re nîne û yên ku bêdeng bimînin hevparên komkujiyê ne. 

Mele Abdurrahman Dayan komkujiya li dijî gelê Rojava pêk tê şermezar kir û wiha got: "Çima cîhan li hember lîstikên qirêj û qetlîaman bêdeng dimînin. Tu eleqeya van kesan bi îslamiyetê re nîne. Di ola îslamê de qetlîam guneh e. Her roj însan tên kuştin. Divê hemû kes li hember van lîstikên qirêj yên çeteyan bibin yek." Mele Ferzende Denîz bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê kurd.