Oldaran piştgirî dan banga Ocalan

Oldaran piştgirî dan banga Ocalan

Komeleya Oldaran Şîrînevler a Stenbolê (DÎAY-DER), li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Kongreya Îslama Demokratîk" li komeleya xwe daxuyanî da û piştgirî anî ziman. Rêveberê DÎAY-DER'ê Melle Riza Ugur, anî ziman ku ji bo pêşniyara Ocalan a Kongreyê çi bikeve ser milê wan ewê bikin. 

Komeleya Oldaran Şîrînevler a Stenbolê (DÎAY-DER), li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Kongreya Îslama Demokratik" li komeleya xwe daxuyaniyê dan çapemeniyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina Heyeta BDP'ê ya li Îmraliyê de xwestibû ku li dijî Çeteyên El Qaîde, El Nûsra û kesên din ên bi Îslamê re di nava îxanetê de ne, li Amedê Kongreya Îslama Demokratîk pêk bînin. Komeleya Oldaran li avahiya xwe civîn pêk anî û piştgiriya xwe anîn ziman. Komeleyê li salona komeleyê pankarta "Ol aşîtiye biratiye û wekeheviye" vekir û daxuyanî da. Rêveberê DÎAY-DER'ê Melle Riza Ugur anî ziman ku ew wekî DÎAY-DER'ê bi temamî piştgiriyê didin pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo ev pêşniyar û daxwaz pêk bê çi kar bikeve ser milê me em dê bikin. Em dê li gorî ruh û cewherê konferansê û Îslama rastîn di nava hewldanê de bin. Em ji xwedaye mezin daxwaz dikin ku her tişt li gorî cewher pêş bikeve. Em dê di konferansê de li ser mijarên "Îslama rastîn çiye? Li gorî îslamê cihad çiye? Divê cîhan çawa be? nîqaş bikin û zelal bikin. Ev konferans dê min mijarên ku hatine şolîkirin û ji koka xwe dûr ketine ronî bike. Hin alî û derdor li ser îslamê li gorî xwe tev digerin. Dixwazin daxwazên xwe û şaşiyên xwe bikin malê îslamê. Ji bo ku ev pêvajoya aştiyê berdewam bike, em hemû ji pêkanînên zerarê dide pêvajoyê û aştiyê birevin."