Oldarên Botanê: Ti eleqeya komkujiyê bi Mislimantiyê tineye
Oldarên Botanê: Ti eleqeya komkujiyê bi Mislimantiyê tineye
Oldarên Botanê: Ti eleqeya komkujiyê bi Mislimantiyê tineye
Oldarên Botanê komkujiya li dijî Kurdên li Rojava şermezar kirin û destnîşan kirin ku eleqeya vê komkujiyê bi mirovahî û Mislimantiyê re tineye.
Oldarên herêma Botanê, bi armanca şermezarkirina komkujiya çeteyan a li dijî Kurdan li mala serxweşî û gel a li taxa Cûdî ya Cizîrê bi gel re rûniştin û bi xwendina ayetên ji Kûranê re, li hemberî komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Li kombûnê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar, endamên Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê, MEYADER, KURDÎ-DER û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê jî amade bûn.
Mele Seîd Ozdemîr li civînê peyivî û bibîr xist ku çete û cemaetên li ser navê Îslamê tevdigerin, li Rojava komkujiya Kurdan dikin û fetwayên li mizgeftan li dijî Kurdan tên dayîn, bi tundî şermezar kir. Ozdemîr êrîşkar dawetî îmanê kir û got, "Yên gelê Kurd înkar dikin, ji êrîşên li dijî gelê Kurd berpirsyar in. Gelê me li Rojava ax û mala xwe diparêze. Yên bi navê Îslamê komkujiya Kurdan dikin, ti eleqeyan wan bi Îslamiyetê re tineye. Gelê Rojava li dijî zilmê li ber xwe dide. Gelê me di vî şerî de şehîd dikeve, navê vê di Kûranê de şehîd e."
Ozdemîr ev bang li hemû mirovên xwedî bawerî û oldaran kir, "Eger hûn ji xwe re dibêjin Misliman e û hûn ola xwedê li gel xwe dibînin, hingî li dijî vê hovîtiyê ez we dawetî Kûranê dikim. Li Rojava êrîşên li dijî gelê Kurd tên kirin, êrîşên li dijî Kûranê ne. Hêzên li pişt van êrîşan jî dijminê Xwedê û dijminê tevahiya Îslamê ne."
‘DI OLA ÎSLAMÊ DE KES JI KESÎ NE MEZINTIR E’
Dûre Mele Îbrahîm Xelîl axivî û ji ayetan mînak da. Xelîl got, "Li cem Xwedê, mafên mirovan li tevahiya cîhanê û di nava tevahiya olan de, hema hema weke hev in. Di ola Îslamê de kes ji kesî ne mezintire. Li ti mirovî-ê zilm nayê kirin. Hemû mirov bi awayekî wekhev hatiye afirandin, her nîjad zimanê xwe divê bikar bîne. Ez li vê derê bi navê Kûranê ji wan kesên dibin sedema komkujiya Kurdan bang dikim: Kurd jî Misliman in. Kurd bi salan e li dijî zilmê têdikoşe û hînê jî têdikoşe." Xelîl destnîşan kir ku înkarkirina Kurdan înkarkirina Kûranê ye û got, "Yên li dijî Kurdan dest bi şer kirine, li dijî Xwedê û li dijî Kûranê dest bi şer kirine."