Oldarên Îslam û Êzidî: Êrîş û fetweyên El Nûsra li dijî olan e

Oldarên Îslam û Êzidî: Êrîş û fetweyên El Nûsra li dijî olan e

Oldarên Îslamî û Êzîdî yên Tirbespiyê destnîşan kirin ku êrîş û fetweyên çekdarên dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra yên wekî helalkirina kuştina Kurdan û talankirina malên wan li dijî hemû olane.

Şêxê Êzîdiyan da zanîn ku êrîşên çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û fetweyên wan ên wekî helalkirina kuştina mirovan li ser navê Îslamê li dijî hemû olane. Şêxê Êzîdî destnîşan kir ku îslam ji kiryarên bi vî rengî dûre û bibîrxist ku olên Êzîdî, Îslam, Xiristiyan û hemû olên mirovahiyê kuştin û talan kirina mirovan heram kirine û wiha got: ‘‘ Fetweyên El-Nusra li dijî hemû olane.’’

Meleyê mizgeftê û oldarê Îslamê Ebas Murad jî da zanîn ku di dîroka îslamê de tu caran kesî kuştina mirovan helal ne kiriye û got: ‘‘ Ecêbe çawa însan kuştina birayê xwe yê însan helal beke. Ev tiştekî herame û di tu olan de ev pêk ne hatiye.’’

Mamosteyê şerîeta îslamê Sirac Mihemed jî bang li hemû siyasetmedar, rêveberên Kurd û Ereb û rûspiyên li herêmê kir ku hewlbidin pirsgirêkên herêmê çareserbikin û dengê xwe li dijî fetweyên El-Nusra yên li dijî urf û adetê hemû ola ne bilind bikin.

Feqeyê Îslamê Dilgeş jî fetweyên El-Nusra şermezar kir û wiha got: ‘‘Ev komên çekdar bi navê Îslamê berjewendî û bazirganiya xwe dikin, kuştin û talankirina mirovan helal dikin, ev ne şoreşe, şoreşa rast a ku bi navê Îslamê pêk hatibû şoreşa Şêx Seyîd Pîran a li dijî Tirkan bû.’’ Dilgeş, destnîşan kir ku şerê li dijî çeteyên El-Nusra erka her kesiye, cîhad û şoreşa herî rast şerê li dijî van komane.