Oldarên Rojavayê Kurdistanê 15'ê sibatê şermezar kirin
Oldarên Rojavayê Kurdistanê 15'ê sibatê şermezar kirin
Oldarên Rojavayê Kurdistanê 15'ê sibatê şermezar kirin
Yekîtiya Civaka Îsalama Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê 14'ê salvegera 15'ê sibatê û êrîşên li ser Eşrefiyê bi daxuyaniya ku xwendin şermezar kir.
Bi armanca şermezarkirina 14'e mîn ya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên li ser Eşrefiyê ya Helebê Yekîtiya Civaka Îsalama Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyniyek ji raya giştî re xwendin.
Daxuyaniya Yekîtiya Civaka Îsalama Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Şêx Zekeriya ve hate xwendin û wiha got:''Em di Yekîtiya Civaka Îsalama Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê banga rakirina zulim û zordestiyê li ser hemû gelan û bi taybet gelê kurd li her çar perçên kurdistanê dixwazin. Em wek oldar komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwediyê fikr û îdeolojiya azad şermezar dikin. Ev komplo li dijî hemû olane û dijmirovahiyê ye''.
Her wiha daxuyaniyê bal kişand li ser êrîşên rêjîma Bass ya li ser gelê kurd li Taxa Eşrefiyê şermezar dikin û bang li hemû partî û rêxistinên siyasî kirin, ji bo parastina gel destê yekîtiyê dirêjî hev bikin. Yekîtiya Civaka Îsalama Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê bi van gotina daxuyaniya xwe bi dawî kir:
''Em banga biratî û wekheviya li nava gelan dikin û em azadiya rêberê gelê kurd Abdelah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê, şifayê ji hemû birîndar û nexweşan re dixwazin û vegera hemû koçberan bo malên xwe hêvî dikin''.