Serokwezîrê berê yê Israîlê Ehud Olmert, di du dozên nelêrêtiyê de xwe rizgar kir lê di dozeke din de sûcdar hate dîtin.
Dadgeha Qudsê, Olmert ji ber ku dema wezîrê xebat, bazirganî û saniyê bû di projeyan de pêşî daye wî doz lê hatibû vekirin û ji ber suîstîmalê baweriyê sûcdar hate dîtin.
Her wiha Olmert di dozên din yên wekî ji sponsoreke Amerîkayê alîkarî qebûl kiriye û ji komên yahudî yên hatine gerê du fature biriye, jî xwe rizgar kir.
Lê nediyare ku Ehud Olmert ji suîstimala baweriyê ceza girtiye an na.
Olmert di sala 3’emîn a serokwezîrtiya xwe de ji ber skandalana di 2009’ê sibatê de îstifa kiribû. Ji ber sûcên krîmînal hate darizandin û bi vî awayî derbasî dîrokê bû. ne diyare ku dê bikeve girtîgehê an na.
Dozên derbarê Olmert de bi vê jî ne sînordar e. Olmert dem ali Qudusê şaredar bû ji ber nelêrêtiyê tê sûcdar kirin. Pereyê ji karsazan digirt ji bo weqfa xwe ya taybet radizand. Her wiha hewcedariyên xwe yên derveyê welat jî ji saziyên cuda digirt. Lê Omert van sûcdariyan red dike.
Olmert di navbera 1993-2003’an de li Qudusê şaredarî kir. Bû wezîrê xebat, bazirganî û sanayiyê. Di sala 2006’an de jî dema serokwezîr Arîel Sharon nexweş ket, kete şûna wî.