Onder: Rawestandina vekişînê, hişyarkirina hikûmetê ye
Onder: Rawestandina vekişînê, hişyarkirina hikûmetê ye
Onder: Rawestandina vekişînê, hişyarkirina hikûmetê ye
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê biryara rawestandina vekişîna gerîla de bibîr xist ku tevî vê biryarê agirbest dewam dike û destnîşan kir ku divê ev biryara KCK'ê weke hişyarkirina hikûmetê ya ji bo pêvajoya çareseriyê gavan biavêje, bê nirxandin.
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist ku vekişîna gerîla bi armanca rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokratîk û avakirina derfetên ji bo îfadekirina mafên demokratîk ên gelê Kurd û hemû gelan destpê kiriye û destnîşan kir ku ji ber gavên di vî warî de dihatin hêvîkirin nehatin avêtin, daxuyaniya rawestandina vekişînê hatiye dayîn.
Onder diyar kir ku divê daxuyanî bi du aliyan bê xwendin û got, "Ya yekemîn rawestandina vekişînê, ya duyemîn dewam kirina agirbestê. Ev yek biryardariya KCK'ê ya ji bo aştiyê nîşan dide. Her weha bawer dikim ku ev yek di heman demê de hişyariyeke ji bo hikûmetê, ku eger şert û mercên demokratîk neyê afirandin, dê pêvajoya bixetime."
DIVÊ BÊ NÎQAŞ, GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
Onder da xuyakirin ku ew niha li benda aşkerakirina 'pakêta demokratîk' in lê di vê mijarê de jî ne xweşbînin û anî ziman ku di çarçoveya pakêtê de gava destpêkê ya bê nîqaş û gotûbêj bê avêtin, serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan e.
Onder ragihand ku diviyabû heta niha ti ji girtiyên nexweş ên xwedî rapora tenduristiyê ne li girtîgehan nehatiba ragirtin û got, "Serbestberdana girtiyên nexweş bi tena serê xwe dê bibe sedemeke girîng ku hesasiyeta pêvajoya çareseriyê di ber çavan re bê derbaskirin."
Onder her weha bal kişand ser rewşa siyasetmedarên BDP'yî yên girtî û diyar kir ku girtina wan bi tu awayî ne li gorî huqûqê ye û got, "Lewma em li bendê de ku di Îniya pêş de hemû bên berdan. Ji bo vê yekê jî pêwîste li benda pakêtê nemînin. Li gorî huqûqa heyî divê ti ji wan neyên ragirtin."