Oner: Ji ber ez 11 salan di girtîgehê de mam têm girtin

Oner: Ji ber ez 11 salan di girtîgehê de mam têm girtin

Di rûniştina doza sereke ya siyasetmedaêrn Kurd ya bi navê "KCK'ê" de delîlên di derbarê Endamê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Hasan Oner yê ku 4 salin girtiye hatin xwedin. Oner diyar kir ku, delîlên di derbarê wî de hatin xwedin hemû xebatên partiya siyasî ya legalin û wiha got: "Di îdîanameya 7 hezar û 500 rûpel de di derbarê min de ne îfadeyên şahidekî nepenî, ne çalakî û ne jî hevdîtinên telefonê tunene. Ez ji ber van delîla têm girtin ji ber ku 11 salan ez di girtîgehê de mame. Dozger berê xwe da paşeroja min û ez sûçdar dîtim."

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştinê de delîlên di derbarê Endamê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê Hasan Oner temam bû. Berî xwendina delîlan îtîraza parêzeran ya hinek delîlên di lêgerîna malê de hatin dîtin ji dosyayê bên derxistin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Piştî re delîlên di derbarê Oner ên weke belgeya bi ser navê "Konfederalîzm", nivîsên Hatîp Dîcle yên li ser konfederalîzmê hatin nivîsandin, xebatên hilbijartinê û nivîsên li ser kompûterê hatin dîtin hemû weke xebatên "KCK/TM'ê" hatin nirxandin.

Piştî xwendina delîlan Oner bi kurdî parastina xwe kir û diyar kir ku, hemû xebatên kirin ên partiya siyasî ya legalin û wiha got: "Nivîsên di flaş dîsk û laptopekê de hatin dîtin ayîdî min nînin. Ez ji bo xebatên hilbijartinê çûm Dîlokê. Di îdîanameya 7 hezar û 500 rûpel de derbarê min de ne îfadeyên şahidekî nepen, ne çalakî û ne jî hevdîtinên telefonê tunene. Ez ji ber van delîla têm girtin ji ber ku 11 salan ez di girtîgehê de mame. Dozger berê xwe da paşeroja min û ez sûçdar dîtim. Dema ez ji girtîgehê derketim min tercîhek kir. Ew tercîh jî siyaseta demokratîk bû. Lê ez berê xwe didimê li vir tercîha min tê darizandin."

Pişt re Parêzer Hayrettîn Guzel parastin kir û bal kişand ser delîlên di dosyayê de û wiha got: "Di dema lêgerîna malê de hinek daneyên dîjîtal û çûna buroya rêveberên herêmî endamtiya KCK/TM'ê ye? Gelek delîlên ji erêkirina dadger derbasnebûyî hene. Di dosyayê tu delîlên sûcdariyê pêk bînin tunene."

Piştî parastina parêzeran navber ji rûniştinê re hate dayîn.