'Operasyona Artêşa Melayan' gihiş Almanya!

'Operasyona Artêşa Melayan' gihiş Almanya!

Kanala WDR ya girêdayî televîzyona dewleta Alman ARD belgewariya bi navê “Artêşa bê deng a melayan-Tevgera Fethullah Gulen” a ku ji weşanê re amade kiribû, neweşand. Niha jî ev yek li Almayayê tê gotûbêjkirin. WRD’ê angaşt ku wê ji ber “sedemên edîtoriyayê neweşandiye”. Lê tê diyarkirin ku WRD nekariye xwe li ber zextên cemeeta Gulen negirtiye. Parlementera Partiya Çepgir a Almanyayê Ulla Jelpke ji ANF’ê re axivî û got ku ev yek ji bo azadiya agahîgirtinê skandalek e.

Duh êvarê, di nûçeyek a servîsa Tirkî ya ANF’ê, hatibû ragihandin ku bernameyên kanalên televîzyonên Alman ên ku cemeeta Gulen rexne dikin, têne sansurkirin. Tê diyarkirin ku sedema vê sansurê tiştek mîna pirtûka bi navê “Artêşa Meleyan” a ku par rojnamevan Nedîm Şener û Ahmet Şik ji ber hatibûn girtin e. yor.

WDR: JI BER SEDEMÊN EDÎTORIYAL NEHATINE WEŞANDIN

Sala par, pirtûka bi navê “Artêşa Melayan” beriya were belavkirin, hatibû berhevkirin. Çêkerên bernameyan ên Alman Cornelia Uebel û Yüksel Uðurlu, ji vî navî sûd wergirtin û bernameyek bi navê “Artêşa bê Deng a Melayan-Tevgera Fethullah Gulen, amade kirin. Tenê çend saet ji bo weşandina vê bernameyê mabû, lê di kêliyên dawiyê de ji weşanê hat derxistin. Rêberiya televîzyona WDR’ê diyar kir ku bername ji ber sedemên edîtoriyal ji weşanê hatiye rakirin.

KADROYÊN BERÊ YÊN CEMEETÊ DIAXIVIN!

Lê tê diyarkirin ku ber ku ev bername ji ber ku rexne li Cemeeta Gulen dike û cih daye nêrînên rojnamevan Nedîm Şener û Ahmet Şik, tê astengkirin. Her wiha kesên berê di nava cemeetê de bûn, di bernameyê de diaxvin û rûyê wan girtî ne.

Yuksel Ûgûrlû agahî da ANF’ê û diyar kir ku niha kanalê ji bo wan tu daxuyaniyek nedaye. Parlementera Meclîsa Federal a Almanyayê û Berpirsa Karên Navxweyî ya Partiya Çepgir Ulla Jelpke ku cemeeta Gulen j nêzîk ve dişopîne diyar kir ku ev yek ji azadiya mafê agahîgirtinê skandalek e.

JELPKE: ÇAPEMENIYA ALMAN PIR SAF E

Jelpke diyar kir ku çapemeniya Alman pir saf nêzî Cemeetê dibin û destnîşan kir ku divê mirov AKP ya li pişt Cemeetê jî ji bîr neke. Jelpke got; “herî dawî 71 sendîkavan hatin binçavkirin. Bûyereke wiha li tu welatek din ê cîhanê naqewime. Divê televîzyona WDR aşkere bike ka çima vê bernameyê neweşandiye."