Operasyona ji bo girtina girtiyê 18. dewam dike

Operasyona ji bo girtina girtiyê 18. dewam dike

Operasyona artêşa Tirk a ji bejahî û hewayî ya ji bo girtina girtiyê 18. ê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê fîrar kiribû Ekrem Taş, ev du roj in dewam dike. 

Ji 18 girtiyên PKK'ê yên bi kolandina tunelê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê fîrar kirin 17 jê li gundê Kanyan ê ser bi navenda Çewlikê hatibûn girtin. Girtiyê PKK'ê yê nehat zevtkirin Ekrem Taş jî, berevajî nûçeyên di çapemeniya Tirk de tên weşandin, hat hînbûn ku hînê di fîrarê de ye.

Li gorî agahiyên ji Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken der barê mijarê de hat wergirtin, rayedarên dewletê di hevdîtina li gel Balûken de ragihandine ku hînê Taş nehatiye girtin.

Operasyona artêşa Tirk a ji hewa û bejahî ya ji bo girtina Taş ev du roj in bê navber dewam dike.