Operasyona navneteweyî ya pornoya zarokan: 190 binçavî

Operasyona navneteweyî ya pornoya zarokan: 190 binçavî

Di encama operasyona navneteweyî ya navenda wê li DYA’yê ye pêk hat de herî kêm 190 kes hatin binçvkirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona bi nave “Operasyona Orionê” de 18 zarok jî hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedarên Federala DYA’yê ve hatin aşkerekirin, ev kesane li DYA, Spanya, Arjantîn û Filîpanan hatin binçavkirin.

Serokê Daîreya Parêzgehê ya Penaber û Gumrukan a DYA’yê (ICE) John Morton diyar kir ku zarok bi rêya înternetê diketin têkiliyan û got; “Ev (operasyon) ji bo her kesên ku dibêjin ew ê înternetê ji bo mêtîngeriya zarokan bi kar bînin hişyariyek e–Em li wir in, te dişopînin, em te bibînin û derxistin pêşberê dadê.”

Hat diyarkirin ku di encama operasyonên li hemberî kesên ku pronografiya zarokan pêş dixin û belav dikin de, li eyaleta Louisiana ya DYA’yê pîrikek (jinên li zarokan dinêrin) a 36 salî heye. Hat diyarkirin ku vê kesê zarokek 7 salî bi kar aniye û pornografiya zarokan kiriye.

Di encama operasyona li Michingana DYA’yê de di mala kesê 29 salî de 1200 wêne û 190 vîdeoyên zarokan hatin dîtin. Li Lose Angelesê jî 8 kes hatin binçavkirin.