Operasyona rizgarkirina Til Hemîs di roja 5. de ye

Operasyona rizgarkirina Til Hemîs di roja 5. de ye

Operasyona YPG'ê ya rizgarkirina bajrokê Til Hemîs di roja xwe ya 5'an de dewam dike.

Şervanên YPG'ê yên Meclîsên Leşkerî yên Suryaniyan, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê Tirbespiyê û tabûra Şehîd Kemal Yûsif ku şervanên wê ji herêma Til Heîs in, li ser daxwaza welatiyan di 26'ê kanûnê de opersyona rizgarkirina bajarokê Til Hemîs dabû destpêkirin.

Ji wê rojê ve hêzên YPG'ê gundên Ebû Xezef, Xenamiye, Metlûta, Xirbet Hatim, Helac, Şermûx, Şermûx Şerqî, Um Tiwîne, Medreset Xiwêtle, Metmûsa, Xiwêtle, Ferfere, Til Meha, Diwêc, Delalê, Rihiye Medîne, Elhûşî, Ebû Gisayîb, Şora û Hilwet Benî Seba ji komên çete rizgar kirin. 

Her wiha hêzên YPG'ê bajarokê Til Hemîs dorpêç kirine.

Şervanên YPG'ê destnîşan kirin ku ew ê heta Til Hemîs û herêmê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar bikin, dê opersyona xwe dewam bikin.