OSGÎAD: Ragirtina Ocalan li Îmralî êdî derveyî mantiqê ye
OSGÎAD: Ragirtina Ocalan li Îmralî êdî derveyî mantiqê ye
OSGÎAD: Ragirtina Ocalan li Îmralî êdî derveyî mantiqê ye
Serokê Komeleya Karsazên Rojhilata Navîn û Sanayîvanan (OSGÎAD) Mahmut Şanli der barê êrîşên DAIŞ ên dijî Kurdan perwerdeya Kurdî û pêvajoya aştiyê de daxuyanî da. Şanli got ku DAIŞ ji bo Rojhilata Navîn bê îstîqrar bike Kurd kirine hedef, pêwîst e têkildarî pêvajoya çareseriyê gavên girîng bên avêtin û ji niha şûn ve ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê derveyî mantiqê ye.
DAIŞ KURDAN DIKE HEDEF
Serokê OSGÎAD Mahmut Şanli bi endamên desteya rêveberiya komeleyê re civînek li dar xist, êrîşên çeteyên DAIŞ, pêşveçûnên dawî yên têkildarî pêvajoya çareseriyê, îxracata ji Tirkiye û herêmê ji bo Iraqê nirxand. Şanli got ku îxracata Tirkiyeyê piştî Sûriye ku Iraq jî ber bi şerê navxweyî ve çû, gelek xwîn winda kiriye, bi sedan şîrketên li herêmê hilberînê û îxracatê dikin, rojên zehmet derbas dikin.
‘DIVÊ TIRKIYE LI DIJÎ DAIŞ TERCÎHA XWE BIKE’
Serokê OSGÎAD Mahmut Şanli di dewama axaftina xwe de diyar kir pêwîst e Tirkiye tercîha xwe bike û wiha dewam kir: “Bi taybet heta niha ku Tirkiye xwe dispart hinceta 49 rehîneyan, bi serbestberdana van rehîneyan a berî niha du rojan divê helwesta xwe zelal bike. Ya wê Tirkiye bi DAIŞ a hov a li pêşberî kamereyan seriyan jêdike, tecawîzî jinan dike, wan li bazaran difiroşê re bibe cîran, an jî wê bi Kurdên ku hezar sal e wek bira îlan kiriye re bibe cîran. Eger Tirkiye bixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzeke bi bandor pêwîste bi taybet bi Kurdan re tevbigere.”
DIVÊ OCALAN JI GIRTÎGEHÊ BÊ DERXISTIN
Şanli tiştên ku pêwîst e di pêvajoya çareseriyê de bên kirin wiha vegot: “Destpêkê perwerdeya bi zimanê dayikê, yek ji şertên aştiyeke bi rûmet a nebe nabê ye, ev maf divê demildest bikeve bin garantiya destûra bingehîn. Di perwerdeya 2015-2016’an de misoger divê bi dibistanên Kurdî re destpê bike. Yek ji mîmarên mezin ê pêvajoya aştiyê Birêz Abdullah Ocalan ku li grava Îmraliyê tê ragirtin êdî derveyî mantiqê ye. Pêwîst e tavilê şert û mercên têde bên başkirin, hepsa malê jî di nav de divê alternatîfên din jî bên maseyê.”