Osman Baydemîr: Bila Newroz bibe bingehê aşitiyê
Osman Baydemîr: Bila Newroz bibe bingehê aşitiyê
Osman Baydemîr: Bila Newroz bibe bingehê aşitiyê
Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, jî derket ser hemberî zêdetirê milyonek kesan û diyar kir ku Amed bûye lehiya aştiyê û diherike. Baydemîr, Gelê Rojava jî silav kir û diyar kir ku azadiya Rojava azadiya Binxet azadiya Serxet e.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, di Newroza Dîrokî ya Amedê ku bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re azadî" bi tevlêbûna zêdeyî milyonek kes tê pîrozkirin, derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir.
Baydemîr, Newroza hemû gelê kurd silav kir û wiha got: "Ji Şêx Seîd, heta Seyit Riza û heta Mazlum Dogan û heta îro, hemû kesên ku keda wan ji bo vê pêvajoya aştiyê û azadiyê hatiye dayîn ez bejna xwe li ber tevan ditewînin.
Ez li ber vê keda wan ku em ânîn vê rojê bejna xwe ditewînin. Ez niha ji dilê Amedê û dilê dîrokê hezar caran Newroza Rojava pîroz dikim. Azadiya binxet azadiya serxet e. Em li ser navê hemû gelê Amedê, Newroza Mehabad, Hewlêr, Qamişlo û Silêmanî ji dil û can pîroz dikim. Newroz, Zekiye, Rohanî, Mazlum Dogan, Orhan Dogan Mehmet Sîncar e.
Em hêvî dikin ku cihê wan bihişt bin. Birêz Seyît Riza digot 'Bê nan bijîn, bê azadî najîn'. Newroz azadî ye. Li xwedî derketina Newrozê li azadiyê xwedi derketin e. Em ji Birêz Mam Celal re şifayê dixwazin. Ji Barzanî re hêzê dixwazin. Em hêvî dikn ku ev Newroz bibe azadî û rizgariya Birêz Ocalan. Ez zêde dirêj nakim, ji ber ku her kes li benda daxuyaniya Birêz Ocalan in.
Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe Newroza aştî, edalet, azadî, wekhevî û serfiraziyê."