Osman: Biryara dersinor ya Tirkiyeyê li dijî zagonên navnetewiye
Osman: Biryara dersinor ya Tirkiyeyê li dijî zagonên navnetewiye
Osman: Biryara dersinor ya Tirkiyeyê li dijî zagonên navnetewiye
Parlementerê Meclisa Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmud Osman biryara destwerdana Başûrê Kurdistanê a ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir û da diyarkirin ku biryar li dîjî zagona navnetewî û hevpeynameya Netewên Yekbûyî ye û bi vê biryarê eşker dibe Tirkiye ne li pey aşitiyê ye.
Parlementerê Meclisa Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr.Mehmud osama li ser hesabê xwe yê tora civakî facebookê daxuyaniyek nivîskî di derbarê biryara destwerdana li dijî Başûrê Kurdistanê a ji aliyê Tirkiyeyê ve weşand û destnîşan kir ku ew yek tê wateya êrîş kirinê li ser sinorê Iraqê û ev ji dide diyar kirin ku, Enqere ne li pey aştiyê ye û Osman wiha got: “Ev yek tê wateya êrîşkirin li ser serwerî û sînorê Iraqê. Dide diyar kirin ku, Enqara ne li pey aşitiya li gel Kurdane û bi vê biryarê dixwazin derbê li PKK’ê bidin. Bel ku, zordariya dewleta Tirkiyê berdewame li ser gelê Kurd di her du aliyên sinor de.”
Osman di dawiya daxuyaniya xwe de ev biryar şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku bibe xwedî helwestêkî tund li himberî Tirkiyê û bang li Bexdayê kir ku li gel Hewlêrê gavekî siyasî û zagonî bavêje ji bo pêşî lêgirtina li vê biryarê.