Osman Dogrû yê AKP'yî gefê li Êzidiyan dixwe

Osman Dogrû yê AKP'yî gefê li Êzidiyan dixwe

Êzidiyên ji ber zexta dewletê beriya niha bi salan neçar man xaka xwe biterikînin û hatin Ewropayê, nikarin vegerin. Omer Yûmûşak ê dixwaze li gundê Efşê yê Nisêbînê ji xwe re xanî çê bike anî ziman ku Serokê AKP'ê yê Navçeyê Osman Dogrû û cerdevanan gef lê xwarine. Yûmûşak got, "Li karkerên me dan û gefa 'Em ê vê derê bikin Şengal' xwarin."

Êzidiyên gundê Efşê yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku niha li Ewropayê ne ji bo vegerin gundê xwe ev 2 sal in têdikoş in. Lê belê her carê bi pirsgirêkên cuda re rû bi rû dimînin.

Êzidiyên li vî gundî, di encama zexta dewletê de di salên 1980-1990 de neçar man koçî Ewropayê bikin. Li gundê ku nifûsa wê ya beriya koçberiyê zêdeyî 2 hezar bû, bi temamî hat valakirin. Erdê Êzdiyan jî ji aliyê mirovên li gundên derdor ve hatin desteserkirin. Lê belê tevî ku di çarçoveya "Qanûna Tedarikkirina Zerarên ji ber têkoşîna li dijî terorê" ya di sala 2005'an de hat qebûlkirin serlêdan kirin jî, Êzidî li ser xaka xwe ne rehet in. Gundiyên ku bi salan e têkoşîna hiqûqî dimeşînin heta niha ti encam nestendine. Tevî vê jî dixwazin biçin gundê xwe û gundê xwe ji nû ve ava bikin. Lê belê Êzidî timî ji aliyê Serokê AKP'ê yê Navçeya Nisêbînê Osman Dogrû, Halîl Çelîk (kurê qeymeqam) û sercerdevanê bi navê Emîn Ay ve tên tehdîtkirin.

'TIŞTEK BÊ SERÊ ME, DOGRÛ YÊ AKP'YÎ BERPIRSYAR E'

Keyayê gund Omer Yûmûşak diyar kir ku Efşê gundê wan e û got, "Ev gund gundekî dîrokî ye. Ji bo me cihekî xwedî mîsyon e. Lê belê ji ber zexta dewletê gundiyên me di salên 1980 de neçar man biçin Ewropayê, lewma gundê me bi salan vala ma. Osman Dogrû, Halîl Çelîk û cerdevanê bi navê M. Emîn Ay erdên me bikar anîn. Niha hewl didin xwedî li gundê me derkevin." Yûmûşak ragihand ku zext li wan hatiye kirin û got, "Em dixwazin gundê xwe ji nû ve çê bikin, lê belê ev kesên mijara gotinê timî gefê li me dixwin, zextê dikin. Karkerên me zevt dikin û li wan didin. Çend roj berê Osman Dogrû û M. Emîn Ay hatin cem min, gef li min xwarin û gotin, 'Ev gund ê me ye, ji vir biçin. Eger hûn neçin, we Şengal dîtin. Em ê vir jî bikin Şengal.' Me heta niha gelek caran serî li saziyên dewletê dane, lê ti encam bi dest nexistine. Ji ber vê yekê ewlekariya jiyana me nîne. Em banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî dikin."

ATALAN: DAIŞ LI NISÊBÎNÊ YE

Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Alî Atalan jî da xuyakirin ku ew bi awayekî matmayî rewşê dişopînin û got, "Ev mejî û yê DAIŞ'ê weke hev e. Ev çeteyên paşverû yên ji DAIŞ'ê ne cûda ne, bi çavê 'xenîmetê' li mal û milkên Êzidiyan dinêrin. Manîdar e ku dewlet bi ser van çeteyan ve naçe. Bi taybetî di demeke bi vî rengî ya ku qirkirin bi serê Êzidiyan de hatiye, rûdana hewldanên bi vî rengî yên li derveyî mirovahiyê û xweşdîtina vê yekê, li ser navê demokrasî û hiqûqê cihê şermê ye." Atalan diyar kir ku tiştek bê serê gundiyên Êzidî, Osman Dogrû yê AKP'yî û sercerdevan M. Emîn Ay berpirsyar in û bang li dadgeriyê kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bikeve nava tevgerê.