Otobusa benzînxane û dikana gerok
Otobusa benzînxane û dikana gerok
Otobusa benzînxane û dikana gerok
Şêniyên Rojavayê Kurdistanê, bi afirîneriya xwe li dijî ambargoyê radiwestin. Li Efrînê Ehmed Terûş otobusa xwe ya kevin kiriye depoya firotina sotemeniyê, welatiyê bi navê Mihemed jî wesayîta xwe kiriye dikana gerok û bi vî rengî debara xwe dikin.
Welatiyê bi navê Ehmed Terûş ê ji Efrînê otobusa xwe ya kevin temîr kiriye û kiriye depoya firotina madeyên sotemeniyê. Di Otobusa ku bi salan di ser re derbas bû ye madeyên sotemeniyê digerîne û difiroşe. Terûş, bi îmkanên xwe yên kêm jî derfetên kar ji xwe re peyda dike û zarokên xwe xwedî dike.
Welatiyê bi navê Mihemed jî di dema ku kar nemaye bi derfetên xwe yên kêm wesayîta xwekiriye dikana gerok û debara malbata xwe dike.
Wêneyên vê afirîneriyê rastiya berxwedane gel dide nîşandan.