Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di tûra Almanyayê de ye

Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di tûra Almanyayê de ye

Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku plan dike xwe bigehîne 8 welat û 69 bajarên Ewropayê, dest bi tûra Almanyayê kir. Çalakvanên ku duh li bajarê Kiel bi eleqeyek mezin hatin pêşwazî kirin, xwe gihandin bajarê Magdeburg.

Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ di 8’ê Îlonê de li Manneheîm ji 20’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan ya Navnetewî ketin rê, piştî Swêd û Danîmarkayê duh xwe gihandin Almanyayê.

Otobusa ku li Almanyayê yekem cihê xwe gihandiyê paytextê eyaleta Schleswig-Holstein Kiel bû, ku dikeve bakûrê welat. Çalakvanên otobusê di ketina bajar de ji aliyê 50 zêdetir wesayîtan ve hatin pêşwazî kirin. Piştre çalakvanên ku ligel karwanê ketin bajar, li Asmus Bremenplatzê mitîngek li darxistin. Almanên ku bi eleqeyek mezin temaşeyî mitîngê kirin, her wiha tevlî kampanyaya îmzeyan ya ji Ocalan re Azadî bûn. Çapemeniya herêmî jî çalakî şopand.

Çalakvana bi rayedarên Partiya Çepgir ya Kielê re jî hevdîtinek pêkanîn. Endamên Partiya Çepgiran dane diyarkirin ku, ew jî dê bi awayek çalak tevlî kampanya îmzeyan ya ji Ocalan re Azadî hatiye destpê kirin bibin.

Di demjimêrên şevê de jî li Komeleya Çanda Kurdan civîna gel pêkhat.

Otobusê îro jî ber bi bajarê Magdeburgê ket tevgerê. Kurdistaniyên li bajarê Magdeburgê jiyan dikin, çalakvan di ketina bajar de bi karwanekê pêşwazî kirin. Piştî tûr û mitînga nava bajar dê çalakvan derbazî bajarê Halle bibin. Piştî mitînga di demjimer 15.00’an de, di demjimêrên şevê de dê bi Kurdistaniyan re civîna gel pêkbînin.

Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku plan dike li 8 welat û 69 bajarên Ewropayê bigere, dê sibe bigehe paytextê Almanya Berlînê. Otobusa ku dê bi awayek girseyî were pêşwazî kirin, dê di demjimêr 14.00’an de li Deriyê Branburgê mitîngek were duristkirin.